TJK-E: Gurûha bi mejiyê DAIŞ'ê wê bi berxwedan û têkoşînê re bê sekinandin

11:17

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN -TJK-E li ser komkujiya dewleta AKP'ê li Cizîrê kir daxuyaniyek weşand û got, "Yekane hêza dikare vê gurûha xwedî mejiyê DAIŞ'e, ku di wehşetê de sînoran nas nake, berxwedan û têkoşîneke mezintir e. Lewma divê bênavber çalakî bi rê û rêbazên cuda bidomin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) de hat ragihandin, ku li Kurdistanê qirkirineke mezin pêk hatiye. TJK-E ragihand, ku ev qirkirin îro li Cizîrê di asta herî bilind de rû daye û got, "Li pêş çavên tevahiya cîhanê her roj wehşetên nû yên jêrzemînan rû didin. Mirovên me bi çekên kîmyewî êdî bi awayekî komî tên qetilkirin. Çeteyên polîs û leşker ên TC ên mêtînger, ku nikarin li Cizîr û Sûrê bi pêş de biçin, avahiyên mirovên me yên birîndar ên xwe lê girtine şewitandine û bi bikaranîna çeka kîmyewî mirovên me qetil kirine.

Yekane hêza dikare vê gurûha xwedî mejiyê DAIŞ'e, ku di wehşetê de sînoran nas nake, berxwedan û têkoşîneke mezintir e. Lewma divê bênavber çalakî bi rê û rêbazên cuda bidomin. Bi ruhê kobanê û dilsoziya bi ewladên berxwedêr ên esîl ên Cizîrê re, em hemû bi hev re dakevin qadan. Em faşîzm û mêtîngeriya TC bi sekinînin. Di serî de jinên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn, em bang li tevahiya dostên xwe û rêxistinên jinan dikin, ku bi piştgiriyeke xurt, destekê bidin Kurd û Kurdistanê û bêjin 'Her der Cizîr e, her der Sûr e, her der berxwedan e'.

Hemû pêkhateyên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê heta encamê bi dest bixin, ew ê pêşengiyê ji çalakiyan re bike."

(rc)