Jinan wê 'Nobeta Jiyanê' tax bi tax berfireh bikin

11:45

JINHA

STENBOL - Nobeta jinan ya ku li hemberî hişmendiya desthilatdar têdikoşin bi dirûşmeya "Em bi şev jî ji kolanan naveqetin " bi ber firehî berdewam dike. Hişmendiya baviksalarî ku derketina jinan ya li kolana şerm tê ditin bi her awayî destûr nayê dayin ku jin bi şev derketin derve. Jinan li ser vê yekê tax bi tax digerin û şev ji bo xwe wek roj dibînin.

Platforma Em ê Qetîlkirina Jinan bidin Rawestandin (KCDP) li dijî hişmendiya zayendî û qetilîamên li ser jinê bê rawestandin "Nobeta Jiyanê" dan destpêkirin. Nobeta ku çend roj berê seat di navbera 22:00 û 02:00'an de li Parqa Atakoy Îsmaîl Kormazê hate destpêkirin. Endama Platformê û Keyaya taxê Halîme Totkanli anî ziman ku nobeta dane dest pêkirin dê li hemû taxan belav bikin û her şev tax bi tax dê bigerin.

'Emê bi şev û roj li kolanan bin'

Halîme daxuyand ku ev care yekem e li taxên wan çalakiyêk wiha berfireh didin destpêkirin û ji aliyê jinên taxê ve rastî bertekên erênî tên. Helîme destnîşan kir ku pîştî li Caddebostanê jinek ciwan rastî tacîza zayendî hat biryarek nobeta jiyanê dane û her şev ji bo tacîz neyên kirin dê nobet bigirin û wiha axivî: "Em li ser pirasa 'Hûn jinin di seatên dereng çi karê we li derve heye' derdikevin derve. Bila êdî ev hişmendî ji holê rabe. Bila şev ji jinan re ne qedexe û seatên tirsê be. Ji ber vê yekê me biryarek wiha da. Madem tu mafê ji jinê re neyê dayin, mafê xwe em ê bi dest bixin. Ji îro û şûn ve li hemberî êrîşan dê seata 11:00 û 02:00'an de Nobeta Jiyanê bigirin. Em jin dê bi şev û roj li kolanan bin. Dema ku mijar dibin jin êrîşên mezin tên kirin. Li aliyek azadiya me tê astengkirin li aliyek din jî dema ku zarokên me li dervene em ditirsin."

'Dê nobet berdewam bikin'

Halîme diyar kir ku dê çalakiyên xwe li her derê belav bikin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Ji iro û pêde dê çalakiyên me li çar parçeyên Stanbolê belav bibe. Îro me dest bi çalakiyek wiha kir lê ev nayê wateya ku dê ev çalakî bê encam bimîne. Ev çalakî di pêşerojê de encamên gelek mezin dibîne."

(ho/rc)