Amed ji bo Cizîrê radibe ser piyan!
11:51
JINHA
AMED - Li dijî komkujiya li Cizîrê, li Amedê wê ji bo sê rojan çalakî bên lidarxistin. Girseya gel wê îro saet di 14:00 de li ber avahiya DBP'ê li hev civiye.
Li Amedê biryar hat dayîn, ku ji bo bi dehan kesên li jêrzemînên li Cizîrê hatin qetilkirin, çalakî werin lidarxistin. Li ser banga nûnerên DBP, HDP, KJA, KCD, DEM-GENÇ û rêxistinên civakî yên sivîl, biryar hat dayîn 3 rojan li bajêr çalakî bên lidarxistin. Di nava 3 rojan de wê jiyana li bajêr were sekinandin û komkujiyên li Cizîrê werin şermezarkirin.
Di çarçoveya van çalakiyan de wê girseya gel îro saet di 14:00 de li ber avahiya DBP'ê ya Bajarê Amedê li hev bicive û bimeşe. Saet di 19:00 de jî wê welatî li Parka Roboskî ya Peyasê, li Ofîs AZC Plaza ya Yenîşehîrê û li ber avahiya DBP'ê ya Baglarê li hev bicivin û li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin. Li bajêr, wê sibe bi tevlîbûna deh hezaran mirovên ji hemû navçeyan, saet di 13:00 de li Parka Koşûyolû çalakî bê lidarxistin.
(rc)