Konsepta şerê AKP'ê 460 sîvil qetik kir
13:13
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Maseya Enformasyona HDP'ê rapora lêkolînên ku li ser cihên qedexekirina derketina derve û dorpêçê de bi rayagiştî re parvekir. Li gorî raporê di encama konsepta şerê AKP'ê de li Bakurê Kurdistanê heya niha 460 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Maseya Enformasyona HDP'ê bilançoya êrîş û qeliyamên li bajarên Bakûrê Kurdistanê ya ji aliyê dewleta tirk û hikûmeta AKP'ê ve hate destpêkirin û hêj li Cizîrê û Sûrê berdewam dike bi daxuyaniyekê bi rayagtîre parvekir. Di rapora bilançoya ku hate amadekirin re de hate gotin ku heya niha 364 car li taxên 20 navçeyên 7 bajaran derketina derve hatiye qedexekirin û ev cih ji aliyê hêzên dewletê ve hatiyê dorpêçkirin û wiha hate gotin: "Di 19'ê Çileyê de li taxên Sîlopiyayê 36 roj qedexeya derketina derve hate destpêkirin û dorpêç hêj berdewam dike."
Tenê li 3 navçeyan 127 kes hatin qetilkirin
Di daxuyaniyê de li ser qedexe û dorpêçên li ser navçeyên Cizîr, Silopi û Surê ev tişt hate desnîşankirin: "Li navçeyên Sur, Silopi û Cizîrê di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexeya derketina derva hat îlankirin. Di dorpêça ku 56 roj berdewam kir de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Cizirê ji maha Tirmeha 2015'an û şûn de 112 kesan jiyana xwe ji dest dan û li navçeya Silopiya bi tevahî 2 car qedexeya derketina derve hate îlankirin û 56 roj berdewam kir de 28 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di 2 yê kanûnê de li Surê qedexeya derketina derve hate îlankirin û ev 67 roj in qedexe berdewam dike û di encamê de 26 kesan jiyana xwe jidest dane. Her wiha di encama dorpêçên ku hatine kirin de heya niha 210 welatiyên sîvil hatine qetîlkirin. Li Sûr û Cizirê bi destpêka dorpêçê heya niha 127 welatiyên sîvil jiyana ji dest dane. Di êrîşa bombeyi ya Pîrsûsê de 33, di qetliama Zergelê de 8, di qetliama Enqerê de 100 bi tevahî 141 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Di konsepta şer de 84 jê zarok 79 jî jin hatine qetîlkirin."
Kesên ku li cihên dorpêçê de jiyana xwe ji dest dane navên wan wiha hate rêzkirin
Li CîZÎRÊ
Hediye Şen, Abdulaziz Aslan, İbrahim Akhan, Lutfu Aksoy, Yılmaz Erz, Selahattin Bozkurt, Zeynep Yılmaz, Cahide Çıkal, Dogan İşçi, Mehmet Tekin, Mehmet Saçan, Amine Duman, Dikran Sayaca, Azime Aşan, Ferdi Kalkan, Abdulmecit Yanık, Hacı Ozdal, Miray İnce, Ramazan İnce, Kurmu Işık, Huseyin Ertene, Huseyin Selçuk, Zeynep Demir, Besê Zırıg, Aziz Yural, Hediye Eren, Cabbar Taşkın, Sezai Burçin, Kazım Tong, Ali Tetik, Bişeng Garan, Nidar Sümer, Halis Sumer, Osman Tekin, İbrahim Nas, Cebrail Mungan, Tayfun Yaşlı, Murat Ekinci, Murat Egul, Şukru Coşkun, Nebi Katlav, Ahmet Zırıg, Ali Bağdur, Mehmet Torgut, Mehmet Şirin Elinç, Garip Mubariz, Veysi Elçi, Abdulmenaf Yılmaz, Emame Şahin, Yakup Isırgan, Yusuf Akalın, Buşra Akalın, Abdullah İnedi, Hayrettin Şınık, Ahmet Tunç, Serhat Altun, Mehmet Rıdvan Kaymaz, Mehmet Kaplan, Hüseyin Paksoy, Selman Erdoğan, Abdulhamit Poçal, Veli Mujde, Cihan Karaman, Selami Yılmaz, Ruzgar Yıldızgorer, Selim Turay, Nusret Bayer, Sultan Irmak, Şervan Adıguzel, Ercan Pişkin, Muhammet Ozkul, Nızar Isırgan, Cengiz Sancak, Ramazan Çomlek, Abdullah Gun, Menekşe Ergun, Zerin Uca.
Li SîLOPİYA
Huseyin Guzel, Yusuf Aybi, Reşit Eren, Axin Kanat, İbrahim Bilgin, Şiyar Ozbek, Suleyman Çoban, Taybet İnan, Yusuf İnan, Ayşe Buruntekin, Mehmet Mete, Omer Sayan, Hasan Sanır, Salih Erener, Seyfettin Sidar, Necati Oden, İsmail Yevşan, Omer Yalman, Omer Masul, Yusuf Yagcı, Sêvê Demir, Pakize Nayır, Fatma Uyar, İslam Atak, Aydın Mete, Hasan Yağmur, Narinç Kızıl, Şirin Altay.
Lİ SUR Ê
Ali Çekvar Çubuk, Mizgin Koçyiğit, Mehmet Demirel, Şerdil Cengiz, Şiyar Salman, Turgay Girçek, Gunduz Akmeşe, Serhat Dogan, Salih Baygın, Mesut Seviktekin, İsa Oran, Şoreş Mutlu, Sezgin Demirok, Cuneyt Yeni, Aziz İlhan, Ramazan Ogut, Melek Alpaydın, Rozerin Çukur, Hakan Aslan, Sidar Ekinci, Murat Menekşe.
(ho/zt)