Li Cizirê ji zêdetirî 30 cenaze xistin ambûlansan
13:54
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê di jêrzemîna duyemîn ku berê 9 welatiyên sivîl şewitîn û jiyana xwe ji destdan niha hate ragihandin ku nêzî 30 cenaze bi ambûlansan hatine derxistin.
.
Li navçeya Cizîra Şirnexê bi sedan welatiyên sîvîl dibin jêrzêmina avahiyekê de dorgirtî man û heya niha bi tu awayî agahiyên zelal ji wan nayê standin. Berî çand rojan ku di heman taxê de di jêrzamîna duyemîn de ji şewat derket û 9 walelatî ji ber şawatê jiyana xwe ji destdan. Hate ragihandin ku di seatên serê sibê de ji 30'an zêdetir ambûlansên Şaredariya Cizirê çûne taxa Cudiyê û birindaran rakiriye nexweşxaneyê. Ligorî agahiyan 2 ambûlansên Şaredariya Cizirê ketina taxa Bostaniçiya ku 60 kesên di jêrzemînê de ne û 30 zêdetir cenaze rakirine.
Dîsa li gorî ragihandina govanan ji ber cih di ambûlansan de nema ye cenazeyan xistina nav torbeyan û cenazeyan avêtin ser hev. Di heman avahiyê de ji ber êrîşên topên hêzên dewletê şewat derketibû û di encamê de 9 welatiyan jiyana xwe ji dest danbûn.
Her wiha Hevserokê Giştî ya DBP'ê Kamûran Yuksek li Mêrdînê daxuyanî da û pişterast kir ku li Cizirê di jêrzemîna duyemîn de zêdetîrî 30 cenazeyan hene.
(ho/zt)