Dayîkên Aştiyê negirtin avahiya NY yê

14:26

JINHA

ENQERE - Di roja înê ya derbasbûyî de Dayîkên Aştiyê ketin hindirê avahiya Nûnerê NY yê Tirkiyê û dest bi gireva birçîbûnê kirin, li ser soza dê roja duşemê bi wan re hevdîtinê bike dayîkan dawî li gireva xwe anîn û niha jî dema dayîk hatin negirtin hindirê avahiyê. Dema ku dayîk çun ber avahiyê rastî astengiya polîsan hatin.

Serê sibê dema ku Dayîkên Aştiyê çun ber avahiya Netewên Yekbûyî (NY) ê ji aliyê polîsan ve hatin asteng kirin û diyar kirin ku nunerê NY yê naxwaze bi wan re hevdîtin bike. Li ser îsrara dayîkan a "Soz daye me, em dixwazin hevdîtin bikin" jî destur nedan dayîk têkevin hindirê avahiyê. Bi hinceta "qartên zerên çapemeniyê nînin" polîsan destur neda nûçegihanên DÎHA û JINHA yê têkevin avahiyê. Derdora avahiyê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Dê Dayîkên Aştiyê ji derveyî avahiyê bi cîgirê nûner re hevdîtin bike. Cîgir jî bi gotinên weke; "Çima hun wiha pir hatine. Em nikarin we tevan bigirin. Em tenê dikarin 2 kesan bigirin, ew jî divê berê hun ji bo me bêjin." Lê dayîk di hevdîtinê de bi biriyarin.

Hevdîtin ji derveyî avahiya NY yê li cihek dur pêkanîn û destur nedan kedkarên çapemeniyê dîmen bigirin.

Roja înê Dayîkên Aştiyê ji bo birîndarên Cizîrê çun avahiya NY ê. Ji bo ku 12 endamên Meclisa Dayîkê Aştiyê hevdîtinê bikin li avahiyê dest bi gireva birçîbûnê kirin. Dayîkan daxwaza lezgîn heyetek biçe Cizîrê kirin. Berpirsên NY ê dema ku bi dayîkan re hevdîtin kirin, diyar kirin ku dawiya hefteyê ye ji bo wê jî dê roja duşemê ser daxwazên wan bisekinin. Dayîkan jî ji bo desturdana hevdîtinê dawî li gireva xwe ya birçîbûnê anîbûn.

(zt)