Koordînasyona Yekîtiya Star komkujiya Cizîrê bi daxuyaniyek şermezar kir
14:33
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Yekîtiya Star derbarê înfazkirina birîndarên li Cizîrê de daxuyaniyek weşand û komkujiyê sivîlan şermezar kir.
Koordînasyona Yekîtiya Star derbarê êrîş û polîtîkayê qirkirinê hikûmeta AKP'ê û hêzên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên dewletê û çeteyên AKP'ê terorê hember gelê Kurd dide meşandin û wiha hat gotin, "Tevahî pîvan û ehlaqê mirovahî hatiye binpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku hêzên dewleta tirk bi çekên giran êrîşê sivîlan dike û wiha hat gotin, "Êrîşên dewleta Tirk bi çekên giran li ser gelê sivîl li Cizîra Botan, Sûr û Nisêbînê bi kuştina jin, zarok komkujiyên hovane li ser gel û bi taybet birîndar, xerakirina cihên dîrokî, bombebarana giran, tê wateya îflaskirina siyaseta AKP'ê li beramberî berxwedana gel ya ji bo pêşxistina pergala xweseriya demoqratîk. Bê tehemuliya AKP'ê nîşan dide. Êrîşên giran, qetilkirina birîndaran li pêşiya çavên cîhanê û civaka navnetewî pêk tê lê wan çavên xwe ji kiryarên dewletê yên dij-mirovatî û hovane re girtine."
Koordînasyona Yekîtiya Star destnîşan kir ku plansaziya êrîşê di çerçoveyê qirkirina Kurdan de pêk tê û wiha domand, "Polîtîkayên qirkirinê dê ti car bi ser nekeve. Ji ber ku gelê Kurd biryara têkoşîn û berxwedanê daye û wê rêveberiya xwe ya xweser bi pêşengtiya jinê biser bixe. Em van kiryarên dewleta Tirk û çeteyên AKP'ê û bêdengiya cîhanê şermezar dikin û bangî civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bê deng nemîn in. Em bang li hemû gelê xwe yê demokrasîxwaz dikin bi taybet jin û ciwan ku asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin."
(en/rc)