Zarokên ku bi guleyên polîsan birindar bûn tên dermankirin

14:40

JINHA

WAN - Zarokên ku duh êvarî li taxa Xaçorta Wanê ji aliyê polîsan ve hatin birîndar kirin hêj li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Li ser banga DBP'ê her şev li Wanê ji bo êrîş û qetliyamên li Cizîr û Sûrê pêk bên şermezar bikin çalakiya dengvedanê tê li darxistin. Duh êvarî jî li taxa Xaçorta Wanê welatî di avahiyên xwe de çalakiya dengvedanê pêk anîn. Polîsan bi gulebaranê êrîşî şêniyên taxê kirin û di encama gulebaranê de 2 zarokên bi navê Ugur Kurt (15) û Suat Orhan (16) bi giranî birindar bûn. Zarokên ku birindar bûn ji aliyê welatiyan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Heremê û li wir tên derman kirin.

Polîsan di seatên serê sibê de taxa ku bûyer lê qewîmî xistin bin dorpêçê û destûr nedan ku bi tu awayî dîmen lê bê kişandin û li nexweşxaneyên ku zarokên birîndar lê tên dermankirin jî dibin dorpêça polîsan deye. Dayîka Ugur Kurt, Sidika Kurt bertek nişanî êrîşa polîsan da û got ku berpirsiyar polîs in.

Sidika diyar kir ku kurê wê di seatên çalakiya dengvedanê de ji kar dihatin û bi 3'ê hevalên xwe re rastî êrîşa polîsan hatine.

Bijişkê Ugur Kurt, Dursun Odabaşi jî di derbarê rewşa Ugur de ev tişt got: "Ugur ji nava xwe gule xwariye û xetereya jiyana wî nemaye rewşa wî ber bi başiyê diçe."

(ho/zt)