Koma 2'emîn a nuçegihanan wê sibê li Kurdistanê bin
14:56
JINHA
STENBOL - Nûçegihanên ekîba 2'emin ji bo nobeta nuçeyan bi gotina "Em li pey rastiyêne, hempîşeyên hevalên xwe tenê nahêlin" wê sibê bên Amedê.
Ekîba 2'emîn a nûçegihanan bi gotina: "Em tenê dikarin bi dayîna rastiyan û şêwirmendiyê li pîşeyê xwe xwedî derkevin. Em li peyî rastiyanin û li gel hempîşeyên xwe ne" dê sibê li Kurdistanê dest bi nobeta nûçegihaniyê bikin.
Di koma duyemîn de ji Cumhuriyetê Pinar Ogunç, Gerînendeyê Giştî yê Agosê Yetvart Danzikyan, ji Portala Sol Haber Mesut Bayram, ji Rojnameya Serbest Tugba Tekerek, rojnameger-nivîskar Fehîm Işik, ji BîrGun'ê Zeynep Yunculer, ji Bîanetê Elîf Akgul û Gernedeyê Gişti yê BîrGunê Fatîh Polat cih digirin.
Koma ku dê roja sêşemê nobetê dewr bigirin dê li herêmê nûçe bişopînin û tiştên ku rojnamgerên herêmê dijîn binivîsînin. Nivîsên ku rojnamegeran binivîsînin dê li "https://habernobetim.wordpress.com/" bê parvekirin.
(dt/zt)