Li Cizîrê komkujî tê veşartin

16:09

JINHA

ŞIRNEX - Hêza dewletê komkujiya ku li Cizîrê hember avahiya ku tê de 60 birîndar hebûn pêk anî hewl dide veşêre. Hêzên li heremê qetiliaman pêk tînin ji bo rastî neyên aşkere kirin telefonên xebatkarên ambulansên ku diçin cenazeyan tînin digirin û ji bo rengê şer û pêvçûnê bidin guleyan direşînin hewirdor.

Li navçeya Cizîra Şirnexê hêzên dewlatê êrîşê 2 jêrzemînan kir û bi dehan kesên lê birindarbûn kir û komkujî pêk anî û rastiya qetliyamê diveşêre. Her çiqas di derhekê komkujiyê de agahiyên zelal ne hatibe standin jî çapemeniya tirk nûçeyên qetliyamê weşand. Xebatkarên tendirûstiyê ku bi ambulansê çûn cihê bûyerê telefonên wan girtin û ji bo bi kesên derve re nekevin têkiliyê destûr nayê dayîn ku ji Nexweşxaneya Dewlete ya Cizirê derkevin.

Listikên pêvçûnê

Qetiliama ku kes nezane kengê pêk hatiyê bi dehan cenaze bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hêzê dewletê piştî ku qetliyamê pêk anî û bi çapemeniya alîgirê hêzên dewletê dixwazin vê carê bûyerê veşêrin. Bi gorî agahiyên çavkaniyan li cihê ku komkujî lê pêk hat gelek car dengê teqînê bilind dibû û tîmên taybet vala vala li derdorê gule reqişandin.

(ho/rc)