Li Çiyayê Şengalê zarokan bawernameyên xwe yên nava salê girtin

16:18

Arjîn Azad - Delîle Axîn/JINHA

ŞENGAL - Li Çiyayê Şengalê zarokên dibistanê bawernamên xwe yên nivê salê girtin.

Li Çiyayê Şengalê zarokên 8 dibistanan bawernamên xwe yên nivê salê girtin. Mamostayê dibistanê Nayîf Xalef ji bo navberdayîna dibistanê wiha axivî: "Me 15 roj navber dabu dibistanên xwe. Dem tijî bû carekdin vebûna dibistanê ji bo min ji defxweşiyeke mezine. Ji ber zarok hêviyên pêşerojêne, mirov ji bo wan çibike kême. Berê zimanê dayikê li vir tûnebû, di dema avakirina jiyanê de dibistan hatin vekirin. Di dibistanan de jî zimanê Kurdî zimanê perwerdêye. Ji bo me rumetek heri mezine ku em îro li ser xaka xwe bi zimanê dayikê perwerde didin Zarokan."

Şagirta dibistanê Sadiye Dexil jî weha axivî: "Îro carekdin bihatina dibistanê ez pir bextewarbum. Ji ber bi zimanê dayikê dibistan xwandin ji bo min rumetek mezine. Ji xwe berê me di konan de wane didîtin. Ji bo em dersan baş bibînin derfet çêbune kesên ku ked dane em sipasiya wan dikin."

Zarokan stirana şêrîn û xwaşe zimanê Kurdî bawernameyên xwe girtin û diruşmên weke "Bijî Rêber Apo", "Bijî zarokên Êzidîxanê", "Ziman hebûne", "Ziman rumete", "Ziman nasnameye" û "Ziman jiyane" berz kirin.

(zt)