Komkujiya Cizîrê li Nisêbînê hate şermezarkirin
16:21
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê bi hezaran kesî komkujiya li Cizîrê pêk hatî bi meşek girseyî şermezar kir. Gel di meşê de bi dirûşmên hêrsa xwe li hember komkujiyê anî ziman û lanetê li êrîşên dewletê anî. Gel bi dirûşma, "Bijî berxwedana Cizîrê" peyama xurtkirina berxwedanê da.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi pêşengiya rêxistinên HDP, DBP ên Nisêbînê û pêkhateyên KJA'yê bo şermezarkirina komkujiya li navçeya Cizîra Şirnexê, li Qada Newrozê ya li Taxa Devrîmê li hev kom bûn. Girseya parlementerên HDP'ê Tuba Hezer, Alî Atalan, Bedran Ozturk, hevşaredarê Nisêbînê, rêveberê HDP û DBP, aktîvîstên KJA'yê, nûnerên saziyên civakî, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, meşvanên Botanê jî di nav de dest bi meşê kir. Bi hezaran kes li Kolana Midyadê di ser Kolana Lozanê re heta ber Navenda Çanda Mitanî meşiya.
Komkujî hate naletkirin
Di meşê de gel bênavber dirûşmeyên, "Bijî berxwedana Cizîrê", "Ey şehîd xwîna we li erdê namîne", "Dewleta kujer dê hesabê bide" û "Kurdistan dê bibe gora faşîstan" berz kir. Di dema meşê li kolanan esnafan jî derabeyên dikanên xwe girtin û tevlî meşê bûn. Welatiyan li derabeyên dikanan dan û bi avêtina sloganan hêrsa xwe ya li hember komkujiyê anî ziman. Di meşê de bê navber li dijî AKP'ê û Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan jî gel hêrsa xwe bilind kir.
Polîsan êrîşî çalakiya ciwanan kir
Di vê navberê de li ser rêya Îpekê komek ciwan û zarok xwest ku çalakî li dar bixe û tevlî meşê bibin, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş bir ser çalakiyê. Her wiha di dema meşê de maşîneyên polîsan ên zirxî ku li rêya meşê bûn ji ber hêrsa gel neçar man ku paş de biçin.
'Dewletê bi zanebûn hevalên me qetil kir'
Piştî meş li ber Navenda Mîtanî bi dawî bû. Li ser navê girseyê Parlementer Tuba Hezer axivî û diyar kir ku ji bo ew birîndar û cenazeyên li Cizîrê xwedî derbikevin bi rojane li ser rêyan e û li berxwe didin û got ku dewlet bi zanebûn nehiştiye ew biçin Cizîrê. Tuba destnîşan kir ku dewlet bi zanebûn bi dehan welatî qetil kiriye û got ku ew ê li têkoşîna û berxwedana gelê Cizîrê û hevalên xwe derbikevin. Tuba di dawiya axaftina xwe de banga yekîtî û bilindkirina berxwedanê li gel kir û sersaxî ji malbat û gel re xwest.
Piştî daxuyaniyê gel bi hêrsek mezin belav bû.
(ekîp/eb/rc)