Leşkeran ambulans paşde vegerandin
19:11
JINHA
ŞIRNEX – Ambulansên Şaredariya Cizîrê yên ku di saetên sibehê de hêzên dewletê bi hinceta ku dê cenazeyan wergirin birin Taxa Cudiyê, piştî ku bi saetan hate rawestandin paş ve hate vegerandin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê der barê komkujiya hêzên dewletê de ji ber qedexe, dorpêç û hewldanên manîpulatîf, agahiyên komkujiyê nayê zelalkirin. Di saetên sibê de leşker û tîmên taybet bi hinceta ku dê cenazeyan wergirin, 2 ambulansên Şarediraya Cizîrê girtin û birin Taxa Cudiyê ku operasyonên înfazê hate kirin. Ambulansên ku bi saetan li taxê hate rawestandin, paş ve hate vegerandin.
Parçeyekî lîstikê ye?
Duh di saetên şevê de kanala dewletê a fermî ragihandibû ku 60 kes di operasyona înfazê de hatine qetil kirin lê pişt re çavkaniyên cûda vê hejmarê daxistin. Her wiha Ajansa Anadoluyê di saetên êvarê de nûçeyek servîs kir ku li taxê pevçûn didome. Ev rewş dibe sedema fikaran ku hêzên dewletê bi dehan kesên ku înfaz kirine ji ber bertekan dê bi yek carî eşkere neke, parçe parçe wekî ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabe pêşkeşî raya giştî bike.
(zt)