Li Qamişlo ji bo Cizîrê meşa bimeşale

19:39

JINHA

QAMIŞLO - Ciwanên Qamişlo ji bo piştevaniya berxwedana Cizîra Botanê meşek bimeşale lidarxistin. Ciwanan dan zanîn ku ew amadene ji bo Bakurê Kurdistanê sînor derbas bikin.

Çalakiya gel a li bajarê Qamişlo bi daxuyaniyê destpêkir. Di daxuyaniyê de komkujiya dewleta Tirk hate şermezarkirin û hate gotin gelê Rojava dê hertim li cem Bakûr cih bigire. Piştî daxuyaniyê meşa gel ji Enteriyê heya Meydana Qirniswêns domiya. Di meşa bi pêşengiya jin û ciwanan hatî lidarxistin de diruşmên weke 'Qatîl Erdogan' hatin berzkirin.

Ciwanên Qamişlo heya ber sînor meşek meşaleyî lidarxistin. Ciwanan berxwedana Bakûr silav kirin. Di dawiya meşê de ji hêla ciwanên Qamişlo ve daxuyanî dan û gotin: "Dewleta Tirk çiqas hovane bi ser gelê Kurd de were, emê ewqas têkoşîn û asta şoreşa xwe zêdetir bikin. Di dîrokê de ticar li dijî zordestiyê berxwedanî nesekiniye. Emê li beramberî hovîtiya dewleta Tirk a li Cizîrê, berxwedaniyê bidomînin. Heya hêz di me de heye, ciwanên rojava dê bêdeng nemînin, Dê ev hovîtî bêbersiv nemîne. Li beramberî şehadeta 60 ciwanên Kurd emê bêdeng nemînin."

Di dawiya daxuyaniyê de ciwanên Rojava durûşmeya 'Bijî Serok Apo' û 'Bê Serok Jiyan nabe' qêriyan.

(zb/en/zt)