PDK'ê êrîşê destkeftiyê Rojava dike

09:08

Gulan Botan/JINHA

QAMIŞLO - Li hemberî ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê û girtina korîdorê mirovahî ya ji bo Şengalê ne razîbûn zêde dibe. Jinên Rojava bertekên xwe hember helwesta PDK'ê anî ziman û gotin, "Em dizanin Erdogan dijminê me ye, lê em ji Mesut dipirsim tu keyî?"

Di pêvajoya dawiyê de PDK'ê li hemberî derbasbûna siyasetmedaran astengî avakir û destûr neda ku derbasî Rojava bibin. Her wiha ambargoyeke şidandî li ser Rojava daye destpêkirin. Pir pêdiviyên jiyanî wek derman, şekir, benzîn û hwd. destûr nayê dayîn derbas bibe. Di rojên dawî de ev kiryar gihîştiye asta herî bilind û hat zanîn korîdorê mirovahî ya Şengalê jî ji aliyê PDK'ê ve hatiye girtin. Li dijî van pêkanînan, rayedar û gelê Rojava bertek nîşan dan. Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Kantona Qamişlo Emîne Osê derbarê helwesta PDK'ê de nirxandin kir û diyar kir ku heyveke rê bi temamî hatî girtin û destûr nayê dayîn ku ti tişt were derbas kirin. Emîne got, "Rayedarên PDK'ê ku deriyê Sêmalka li jêr kontrol wan de ye, ambargoyeke şidandî danîne ser Rojava. Rê nadin siyasetmedar derbas bibin. Li gor serlêdanên me tê gotin ku biryareke bi vî awayî hatiye girtin. Em jî dibêjin ev biryareke siyasî ye."

Emîne biryara rênedayîna siyasetmedaran û ambargoya şidandî wek biryareke siyasî binav kir û wiha got, "Di demek ku Cenevre 3. ketiye rojevê de, biryara rênedayîna siyasetmedarên Rojava û ambargoya şidandî biryareke siyasî ye. Ev ne biryareke hûquqî ye. Beriya vê jî pir caran nêzîkatiyên wiha hate kirin. Diyar e ev ne biryara hûkumetê ye, biryara partiyekê ye."

'Ev biryar bi bandora Tirkiyê hatiye wergirtin'

Emîne destnîşan kir ku divê gelê başûr bertekên xwe nîşan dike û wiha berdewam kir, "Divê herkes hember partiyên siyasî yên Başûr helwest nîşan bidin. Gelê me divê vê yekê şermezar bike. Ev nêzîkatî li dijî destketiyên Rojava ye. Xizmeta netewa Kurd nake. Di pêvajoya 5 salan de pir caran ambargo pêk anîn, lê encam negirtin, dê dîsa jî bê encam bimînin. Piştî di demên borî de Sûdî Erebîstan û Tirkiye li hev civiyan, ev biryar hişktir bû. Yanî planeke hevbeş e heye. Tê zanîn Kongreya HDP'ê hate li dar xistin, dîsa PDK'ê nehişt rayedarên Rojava derbas bibin. Li Hollanda kongreyek hebû, em hatibûn vexwendin lê rê nedan em biçin. Heyeta me ya biçûya Cenevre 3. jî neçar ma bi zehmetî xwe bigihînin Ewrûpa."

Emîne qala birîna korîdora mirovahî yê Şengalê jî nirxand û wiha dirêjî da gotina xwe, "Du roje ji bo Şengalê jî heman nêzîkatiyê dikin. Di vê şert û mercên zivistanê de rê qut kirine. Sala borî karesateke giran bi ser gelê me yê Şengalê pêk hat. Heya niha tenê yek çavkanî hebû ku alîkarî diçû Şengalê, ew jî Rojavayê Kurdistanê ye." Emîne da zanîn ku rayedarên PDK'ê xebatkarên dîplomasiyê jin jî asteng kirin û wiha pêde çû, "Nehiştin berpirsyara me ya dîplomasiya jin derbas bibin. Di vê demê de ji pir cihan ve jinên li Rojava têne vexwendin. Ji ber di Rojava têkoşîn bi pêşengtiya jinê pêşket. Jinên Kurd bal kişandin ser têkoşîna siyasî, rêveberî û leşkerî. Sîstema jinê li Rojava pêşxist ji bo jinên cîhanê bû mînak. Di vê wateyê de destketiyên Rojava destketiyên jinê ne. Hêzên xêrnexwaz hene û dixwazin êrîşê van destketiyan bikin. Lewma divê jinên Kurd bi taybet li Başurê Kurdistanê di van mijaran de baldar bin."

'Gelo plan an jî êrîşeke nû wê li ser Şengalê çê bibe?'

Emîne got, "Ambargo û birîna rê gumanan çêdike. Gelo plan an jî êrîşeke nû wê li ser Şengalê çê bibe? Ev hêz dixwazin careke din komkujiyan bikin?" Şengal hîna pêdiviya wê bi alîkariyê heye. Jin di mijarên însanî de baldar in. Lewma pêwîste jin piştgiriya Şengalê û Rojava bikin. Divê gelê Başûr jî berteka xwe diyar bike. Dema wê hatiye polîtîkayên qirêj werin teşhîrkirin. Pêwîste jin bi dengekî bilind bêje ev polîtîka xizmeta gelê Kurd nake."

'Em destûr nadin heman êş dubare bibin'

Jina bi navê Zubeyde Elî jî bertekê xwe wiha anî ziman, "Em ê nehêlin polîtîkayên qirêj bi ser bikevin. Mesud Barzanî zexîre li ser gel qut dike. Piştî zexîre qutkir, berê xwe dide Rojva û dibejê li Rojava gel nemaye. Em dizanin Erdogan dijminê me ye, lê ez ji Mesut dipirsim tu keyî? Bila hinek bi jin, zarok, pîr û xurtan bifikire. Ma nizane çi tê serê gelê Kurd. Em wek jinên Rojava li hember ve yekê bê deng nemîn in. Ji vir heya Silêmaniyê, Hewlerê û Şengalê em ê nesekinin. Li Şengalê bi hezaran zarokên me kuştin. Jin xistin qefesan, em ê li hember van siyasetên qirej bêdeng nemînin û destûr nedin heman êş dubare bibin."

'Dê ferqa Mesud û Erdogan nemîne'

Gulcîhan Baxistanî jî wiha got, "Çima navbera me û Şengalê digrin? Bila sedemê wê vebêjin? Jinên Kurd yek in. Xwîna me li çar parçeyên Kurdistanê rijiyaye û me bedelên giran jî dan. Erdogan hatina dermanan li ser me qut dike, me fêm kir ew dijmine. Lê Mesud Barzanî ji bo çi wiha dike? Eger Mesud wisa bidomîne we demê tu ferqa wî û Erdogan û DAÎŞ’ê namîne. Ev korîdora di navber me û Şengalê çima digre? Nehişt ku jinên Rojava biçin tevlî konferansên welate din bibin. Em wek gelê Rojava ê Qamişlo Erdogan û Mesud şermezar dikin. Heta qeweta me heye em ê li pişt gelê Kurd bin. Em ê piştgiriya gelê Kurd bikin da ku Kurdistanê bixin yek parçe. Ez xweseriya Bakurê Kurdistanê jî pîroz dikim. Bila gelê me bizane ew ne bi tenê ne. Dema pêwîst be, gelê Bakur çawa piştgiriya me kir, em ê jî wisa piştgirî û alîkariya wan bikin."

Emel Xelîl jî wiha got, "Îro PDK'ê riya Rojava û Şengalê girtiye. Em ve yekê Şermezar dikin. Em dizanin Erdogan dijmine me ye û êrîşên dijwar li ser gelê Kurd pêk tîne. Şûna Mesut destê xwe bixe destê Erdogan bila destê Kurdan bigire. Şekir ji me re tê pêşiya wê tê girtin. Korîdora Şengalê digire. Sebeba vê çiye? Me soz daye bi xwîna şehîdan em ji vê rêyê venagerin. Ez silavên xwe ji Rêber Apo re jî rêdikim. Înşallah îsal dê bibe sala azadî û serketinê."

(rc)