'Dem dema berxwedaniyê ye, serkeftin ya me ye'
09:09
Hewlêr Şahîn/Şengal
ŞENGAL - Endama Meclise Jinê Şengalê Dayê Bihar berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kir û got; "Ez bang li keçên ciwan dikim ku tevlî nav refên YPS-JIN bibin. Pêvajoya ku em niha jiyan dikin pêwîstiya jinan bi xwe paristinê heye. Ger hêza me ya parastinê xurtbe emê êrîşên dijmin hemuyan vale derbixînin. Dem dema berxwedaniyê ye û serkeftin ya me ye."
Endama Meclise Jinên Şengalê Dayê Bihar berxwedana Bakurê Kurdistanê û êrişên ser jinan wiha anî ziman: "Ez seri de berxwedane gelê Bakur silav dikim, Şehîdên berxwedanê bibîrtînim, bejna xwe li ber wan di tewinim û ji birîndaran re şifa dixwazim. Bi teybet ez vê berxwedanê li Rêber Apo pîroz dikim. Ji ber em bi saya fikir û ramanên Rêberti gihiştin van rojan. Em bi saya Rêberê xwe bi xwe hesiyan û bûn xwedî vîn. Em wek gelê kurd pir bi şansin ku Reberekî me weha heye."
Dayê Bihar destnîşan kir ku her diçe hêza wan zêde dibe û wiha berdewam kir: "Erdogan û hêza xwe difikire dê bi me gav paşde bide avêtin, bila ew baş zanibe ew nikare me bi van êrîşên xwe yên hovane şûnde bidin. Bila baş zanibe ew çiqas bi ser me debê emê ewqas xurt bibin û yekîtiya me mezintir bibe.
Dayê Bihar bilêv kir ku bi heman şêweyî êrîşî jinan jî dikin û weha domand, "Erdogan û hevkarên xwe di fikirin çiqas jina qetil bike wê ewqas bi serkevin, bila baş fambikin yê pêşengiya vê civakê dike jinon. Em ne wek berên her dema derbas dibe, em bi hêztir dibin. Ew jinekê bikuje wê 10 jinên din serê xwe rakin. Ma Erdogan kiye, DAIŞ ew qirêjiya xwe li cihanê belav kir, ma emê ji bîr bikin ewqas jinên Êzidî revandin birin firotin. Ma emê çawan vê yek ji bîr bikin nayê ji bîr kirin. Wele heya dilopek xwîn di canê me de hebe emê liberxwebidin. Emê tola van jina rakin, ez bang li hemû jinan dikim bila rabin ser xwe ma tiştekî ku em jê bitirsin nemaye. Îro roja xiretêye, em li ax û nasnama xwe xwedî derkevin. Em çiqas yekîtiya xwe avabikin ewqas ji, ji bo dijmin bibe binkeftin."
Dayê Bihar weha pêde çu, "Ez bang li keçên ciwan dikim ku tevlî nav refên YPS-JIN bibin ji ber pêvajoya ku em niha jiyan dikin pêwîstiya jinan bi xwe paristinê heye. Ger hêza me ya xwe parastinê xurtbe emê êrîşên dijmin hemuyan vale derbixînin. Ji ber îro jî hemu deman zêdetir pêwîstîya me bi xwe paristinê heye. Dem dema berxwedaniyê ye û serkeftin ya me ye."
Dayê Bihar weha dawî li gotinên xwe anî, "Ez carek din berxwedana Bakurê Kurdistanê silav dikim. Em li pişt wane ji ber armancê me hemuyan yeke û serkeftin ya meye."
(zt)