Werdê bi tenê di xaniyek xirabe de dijî

09:09

JINHA

SİLÊMANÎ - Werdê Mihemed Ebdullah di xaniyek xirabe de bi tena serê xwe dijî.

Werdê Mihemed Ebdullah bi xwe ji bajêrê Kerkukêye lê di sala 1990'an de koçî bajarê Silêmaniyê bûye. Werdê diyar kir ku 2 kurên wê di salên 1980'an de di tekoşîna dijî rijîma Sedam de jiyana xwe jidest dane. Werdê da zanîn ku niha jî bi tena xwe di malek xirabe da jiyan dike û wiha domand: "2 kurên min ji aliyê rijêma Sedam ve hatin şehîd kirin, ji bo wê dema Sedam hilweşiya ez kêf xweş bûm. Min nezani yên ji Sedam zalimtir dê bên ser deshilatê. Ez ji 1990'an ve bê malim. Di xaniyek pir xirab de jiyan dikim."

(şb/zt)