'Bedena me ne makîneya qupikê ye'
09:11
Filîz Zeyrek/JINHA
EDENE - Jinên di Kolektîfa Jinan a Edeneyê cih digirin bertek nîşanê gotina Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Dawîdoglu û fetwayên Serokê Karê Diyanetê ya li ser beden û zayendiya jinê tên kirin, dan. Jinan got ku bila dewlet dev ji siyaseta li ser bedena jinê berde, ji ber ku ew ne makineyên qupikê ne.
Serokê Karê Diyanetê di rojên dawî de li ser bedena jinê fetwayên nû û soster di rojevê de ye. Li ser fetwayên Diyanetê Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Dawîdoglu jî bi gotina xwe ya "Jin bi zabûnê peywîra xwe ya welatparêzî pêk tîne" hişmendiya deshiladariya AKP'ê û olî bihev girê dide. Jinên bi rêxistinî jî bertek nîşanê vê hişmendiya deshîlatdar û zayendî dan. Jinan bi bertek gotin ku êdî bila dewlet li ser bedana jinê siyasetê neke û destê xwe ji ser bedana jinê bikişîne. Endamên Komeleya Kolektifa Jinê ya Edenê desnîşan kirin ku hikûma AKP'ê bi hişmendiya baviksalarî siyasetê dide meşandin û dixweza siyaseta xwe li ser bedana jinê bike û gotin, bila AKP'ê dev ji van polîtîkayan berde.
'Bedenên me ne makîneyên qupikê ye'
Endama Kolektîfa Jinê ya Edeneyê Hatîce Akpinar anî ziman ku polîtîkayên hikûmeta AKP'ê wan aciz dike, dewlet ji bo zarokan qetîl bike dixwaze em jin zarokan bînin dinê û wiha axivî: "Dewlet û hişmendiya wan bi her awayî ji bo jinê dibin asteng. Li ser navê jinê biryaran didin. Ew biryar didin ku dê jin çawa bimaşin, çawa bi axivin û bikenin. Niha jî ew biryar didin ku dê jin kengî zayîn bike. Em hişmendiya li ser jinê tu carî qebûl nakin. Bila her kes baş bizane ku em ne makîneyên qupikê ne."
'Di hedefa dawletê de her tim jin heye'
Seda Yuce jî bilêv kir ku polîtîkayên dewletê yên li ser bedena jinê ne nû y e û wiha got, "Ev hişmendiya qirêj di berê de jî bi gotina 'Sê zarokan' û kurtajê derket pêşberî me jinan. Li Tirkiyê biryara malbatî jî dewlet dest diavêjê û dewlet biryarê dide ku dê çand zarok bên çêkirin. Di hedefa dewletê de her tim jin û bedena jinê heye. Di 2016'an de li vî welatê 34 jin hatin qetilkirin. Dîsa zarok hatin qetilkirin û di girtîgehan de dibin êrîşên dijî mirovahiyê de ne. Divê di rojava dewletê de ev tişt hebin û dewlet li ser çaresekirina van raweste ne li ser zabûna jinê."
'Divê jin li hemberî vê siyasetê derkevin'
Mîray Ustungor jî got ku pîrozwerikirina dayiktiyê ji bo têkoşîna jinê têxin astengî û ev tişt anî ziman: "Divê jin neyên van listîkên polîtîk. Bila li dijî siyaseta ku li ser bedana wê dikin têbikoşin û destûrê nedin ku li ser bedana wê siyaset bê kirin. Li Kurdistanê êrîş û qetliyam hene lê dewlet çi dike li ser bedana jinê siyasetê dide meşandin."
'Em zarokên xwe qurbana siyate te nakin'
Mîray di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku ew wek dayikan zarokên xwe qurbana siyaseta AKP'ê nakin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di serî de em pêywira xwe ya dayiktiyê pêk tinîn. Divê hûn jî peywîra xwe ya dewletiyê pêk bibin û destê xwe li ser bedena jinê rakin. Ka bêjin kîjan jin dê di vê pêvajoya şer de zarokan bîne dinê û qurbana hişmendiya dewleta desthîladar bike. Niha zarokên li cihanê ne tev bi destê dewletê tên qetîlkirin. Em zarokên xwe qurbana siyaseta dewletê nakin."
(ho/rc)