Berxwedana Kurdistanê û bêdengiya Tirkiyê

11:03

JINHA

STENBOL - Di roja 57'an de êrîşên ser Cizîrê berdewam dikin, îro bi propagandaya reşkirinê agahiya qetilkirina bi dehan kesan hat. Bi rojane ji bo dayîna bihîstin a dengê du jêrzemînan bi gotina "deng bidin" hewildan tên kirin. Me jî li kolanên Stenbolê 'bodruma hovîtiyê' û komkujî pirsî welatiyan gotin: "Em naxwazin di welatê ku hinek mirov bi mirinê şa dibin de bijîn."

Ji dema ku deshilatiyê li navend û navçeyên Kurdistanê şerê topyekun dayî despêkirin gelê kurd ji bo Tirkiyê dibêje; "Ne bombeyên li vêderê ser me dibarînin bêdengiya ew me dikuje." Ne parvekirinên Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz yên di jêrzemîna avahiyekê de 30 birîndar hene, li benda rizgarkirinê, ne qêrînên Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç yên ser weşana zindî "Heval av tenê av" û ne jî gotinên wi yên "Em dibin enkazê denin" bêdengiya aliyê Tirkiyê xiranekir. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi gotinên "Dibe ku birîndar li wê nîne" çuna abulansan asteng kir. Nûçeyên mafê dermankirina birîndaran tê binpêkirin, rewşa wan girane bi vî awayî biçe dê wan hemûyan qetilbikin derdiketin. Duh bişev despêkê di TRT û Ajansa Anadoluyê de nûçeyên 60 'terorist' hatin bêbandorkirin, derbasbûn. Ev jimar li gorî Waliyê Şirnexê 10 in. Li gorî şahidên bûyerê û daxuyaniyên HDP'ê jî ser bedena 30 kesên hatine qetilkirin şopên guleyan nîne, dibe ku bi kimyasalê şewitandine û qetilkirine. Her çendî jimara yên hatine qetilkirin di nava 60-30 û 10'an de tê guhertin jî lê bêdengiya aliyê Tirkiyê berdewam dike ji dema şer despêkirî heya niha. Dibe ku li gel sarayê û çeteyên AKP'ê bêdengiya aliyê Tirkiyê jî gelê kurd qetil dike.

Li kolanên Stenbolê me mkrofina xwe dirêj kir û pirsa "Gelo we bodruma hovitiyê ya Cizîrê bihîstiye?" pirsî.

'Ez xemgînim, lê tiştek ji destê min nayê'

Welatiyê despêkê me mikrofin dirêj kirî hîna bodruma hovîtiyê nebihîstiye. Bi bersiva ku me ji wî welatiyî girtiyî em ketin rê û rastî Duygu Arslan hatin û hema pirs ji wê pirsî. Duygu diyar kir ku bodruma hovîtiyê qirkirina nijadiye û got: "Di çapemeniyê de welatiyên li wê qetildikin weke 'terorist' didin û gelek kes hene bi wan qetilkirinan kêfxweş dibin. Em naxwazin bi kesên bi mirinê şa dibin re di heman welatî de bijîn."

Piştî çend gavan me mikrofin dirêjî Seçil Çiftçi kir û heman pirs pirsî, hîna me pirs dipirsî ser hinarkên ruyê wê de rondikên çavên wê xwe berî jêrê didan û got: "Bêyî cudahî xistina nava kurd û tirkan ez agahiyan dişopînim, bûyerên tên jiyan kirin pir bi kurahî min di hejîne. Lê ji ber tiştekê nakim pir xemgînim. Ez dixwazim vê bigihînim ên newekheviyê dixin navê lê ji ber tiştek pir ji destê min nayê xemgînim."

'Bi rastî tiştên tên jiyandin nizanim'

Me paşê jî pirsa xwe ji Ayşe Aksan pirsî. Ayşe jî bilêv kir ku ew pir nûçeyan naşopîne, li Cizîrê çî dibe pir nizanim. Mehmet Oz jî anî ziman ku li gel ew tirke jî wiha axivî: "Xwezî ev tiştên tên jiyankirin li ti devera cîhanê nehatibana jiyandin. Em cîhanek aştî û demokratîk dixwazin. Em naxwazin mirovan li gorî nijad û olê wan cuda bikin."

'Komkujî bi berxwedanê dawî dibe'

Ahmet Aktaş jî xwest pêvajoya çareseriyê ji nû ve despêbike. Esra Akan jî got: "Heta di televizyonan de komkujî kirine jî nadin. Niha dema ku depeyîvim jî dîmenên komkujiyan tê ber çavê min."

Arif Kabak jî wiha axivî: "Em dixwazin ev bûyer bên ronîkirin. Dewlet hewildide kurdan û tirkan bike dijminê hev. Zarokên dewlemendan şerbetê venaxwin, namirin. Dewlet bûyeran derdixe û zarokên feqîran dide kuştin. Li gel her tiştî jî aştî."

Taylan Ozgur jî wiha axivî, "Ne hewayê sar, bi nûçeyên xwîna me disekinîne sar dibin. Ezabê wijdanê pêşî li deng derxistina me vedike. Ji bo jiyankirinê pêdivî bi berxwedanê heye. Li hember komkujiyan berxwedan ne gotinên; 'Li min ne' ye. Banga min ji bo her kesê ye li hemberî van komkujiyan bêdeng nemînin."

(zt)