Jinên Wanî: Zarokên me li Cizîrê hatin qatilkirin

11:21

JINHA

WAN - Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê di qatlîama ku li Cizîrê hatî kirin û têde zedetirî 30 kesî hatin înfaz kirin de hêrsa gel mezin bû. Jinên Wanê jî gotin; "Zarokên Cizîrê jî zarokên me ne. Emê li hember vê qatlîamê bisekinin."

Piştî ku çapêmeniya tirkiyê qatlîama Cizîre ku têde 30 kes hatin înfaz kirin weşand li bajarên Tirkiye û Kurdistanê gel daketin kolanan. Li Taxa Qarşikiya giredayî Îpekyola Wanê welatiyan bertek nîşanî qatlîama Cizîre dan. Jina bi nave Ûmran Kurt wiha axivî: "Ez bêdengiya li hember qatlîama Cizîrê şermêzerdikim. AKP liser kurdan qatlîamê dide meşandin. Bila gelê Kurd û siyasêtmêdar rabin ser piyan li hember vê zilmê bêdeng nemînin û qatlîama Cizîrê şermêzar dikin. Cîhan bêdenge yê ku li hember van mirinan bêdeng dibin ez wan şermezar dikim. Her roj ijmara cenzan zêde dibe êdî em westiyan, bila dengê me qerînê me were bihîstin û bibin denge Cizîrê."

'Jinên Wanê li cem Cizîr û Nisêbînê ne'

Jina bi nave Nafiyê Oztunç jî wiha got: "Ev qatlîam li ti derê cîhanê nehatiya kirin dixwzim bêjim gele Cizîr û Nisêbînê ne bi tenê ne. Leşker di destê wan de çek û bomba li gora keyfa xwe qatlîamê dikin. Ji bo ku îro em li berxwe didin em nasnama xwe û azadiyê dixwazin. Alaqa AKP'ê bi mislimantiyê re nîne. Em dayik gava van qatlîaman dibînin dilê me û canê me dişewite. Bivê qatlîama Cizîrê çavên me kor bûn, zimanê me qelf bû, guhê me ker bû, de bese êdî."

'Eger gelê tirkî ev êş kişandana, me jî wê êşa wan kişandana'

Nuran Duman jî bilêv kir ku ew wek dayîkek bang dike û dibêje: "Zarokên hatin qatilkirin zarokên me ne û em vê qatlîamê lanet dikin. Dixwazin bi qedexeyê li navça gel bê av û ceyran zahmêtiyê bikşînin. Bila dayîkên zarokan bêdeng ne mînin. Dayîk digirîn bila aştî û azadî were. Gelê kurd wê li hember qatlîma bêdeng ne mîne û wê aştî were."

'Êdî bese em dayîk aştî dixwazin'

Hatîce Duman wiha anî ziman: "Ez ji bo ve qatlîama Cizîrê bihêrsim. Hijmara hevalê me ku li Cizîrê hatin înfaz kirin ne hindik in. Divê mase were danîn û aştî çebibê. Em dayîk werin cemhev qadaxe ya ji holê rakin, şer bisekinenin û dorpêçan rawestînin. Dayîk wê aştî bînin û bila dewlet ji dev ji polîtîqayên xwe yên şer berde."

(dt/zt)


(ry-cm/dc)