Sara Zagros: Dervî riyê têkoşînê ya ligel YPS-JIN riyek din nema
11:45
JINHA
COLEMERG - Endama YPS-JIN Sara Zagros ya ku di rojên borî de avabûna xwe îlan kirin got, "Em di vê baweriyê de ne çawan ku Arîn Mîrxan di demek kin de misyona pêşengiyê bi cih anî, em ê jî bi heman aweyî bibin pêşenga gelê xwe."
Derbarê armanca avakirina Yekîneyên Parastina Sivîl-JIN (YPS-JIN) yê li navçeyê Gevera Colemêrgê Endama YPS-JIN Sara Zagros nirxandin kir. Sara diyar kir ku ew li hember polîtîkayên komkujî yê dewletê dest bi hemleyek nû yê bi navê "hemleya gel a şoreşgerî" kirine û wiha qala wateya hebûna "YPS-JIN" kir, "YPS-JIN tê wateyê xwedî li ax, çand û rûmeta xwe yê mirovahî derketine. Ez wek endam ji bo xwedî li çand, ax, jinên ciwan û mirovahî xwedî derêm virim. Têkoşîna me li hember pergala pênc hezar sale. Dervî berxwedanê riyek din nîne."
'Roj roja serhildaniya jina ye'
Sara diyar kir ku ew ji bo xwe pêşengên jin Sakîne Cansiz, Arîn Mîrxan û Sêvê Demîr pîvan digre û wiha domkir, "Roj roja berxwedanê û raperînê ye. Di esas de roj roja serhildaniya jina ye. Têkoşîna Cizîr û Sur mohra xwe li dîrokê da. Eger ev 40 sale tevgera azadiyê bi pêşengiya jin rêve diçe, em wek jin bawer dikin ku şerê gelê şoreşgerî jî dê bi pêşengiya jin pêş ve biçe." Sara destnîşan kir ku ew ê heya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk were dê berxwebidin û got ku, ew ê li hember pergala koletiyê yê ku dixwazin ser gelê Kurd bidin ferzkirin têkoşîna xwe bidomînin.
'Tola Ekîn Wan wê were girtin'
Sara wiha dirêjî da gotina, "Divê pergala kolekirinê, tecevûzê û dorpêçê baş were zanîn. Eger serkeftina şerê gelê şoreşgerî pêk were dê bi pêşengiya jinên ciwan pêk were. Em di vê baweriyê de ne çawan ku Arîn Mîrxan di demek kin de misyona pêşengiyê bi cih anî, em ê jî bi heman aweyî bibin pêşenga gelê xwe. Em yek kes bimînin jî em ê tola zarokên biçûk û jinên hatine qetilkirin bigrin. Tola Ekîn Wan dê were girtin."
'Em benda jinên ciwan in'
Sara bilêvkir ku pergal ciwanan dihelîne û wiha pêde çû, "Banga me li ciwanên ku di nav pergalê de dixebitin ew e ku, divê baş bizanibin ev pergal ne di xizmeta mirovahiyê de ye. Ne pergalek raste, divê em wek jinên ciwan bihizirin. Li şûna ku diçin ji pergalê re bijîşkî, mamostetî û parêzertî dikin, bila li pay xeyalên xwe yê azadiyê bikevin. Bila werin û ji gelê xwe re vê xizmetê pêk bînin. Di Sur û Cizîrê de jî me dît eger tu bijîşk bê jî tu nikarî mudaxeleyê gelê birîndar bikî" Sara di dawî de bang li cerdevanan jî kir û wiha got, "Banga me li tevahî gelê me ye. Divê neyên leystûkên wiha û çek hember gelê xwe ranekin. Rojek dê were bi heman çekê hûnê bên kuştin."
(rc)