Jinên Rojava bertekê xwe hember komkujiya Cizîrê anîn ziman

13:16

JINHA

QAMIŞLO - Jinên Rojavayê Kurdistanê bi hêrseke mezin komkujiya Cizîra Botan şermezar kirin û gotin, "Ferqa Erdogan û Saddam ji hev tine ye."

Li dijî komkujiya li Cizîra Botan ku 60 kes bi awayeke hovane û derveyî pîvanên mirovahiyê hatin qetilkirin, hêrs û berteka gel sînoran nas nake. Dayîkên li taxa Qenetsiwês Qamişlo jî nêrînên xwe li dijî kiryarên AKP'ê anîn ziman.

Endama Meclîsa Yekîtiya Star û berpirsyara Komîna Şehîd Kamîran a Taxa Qenetsiwês Hedye Musa got, "Ez bejna xwe li ber şehîdan ditewînim û ji birîndaran re şîfa dixwazin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazim. Ev şehîdên Rojava ne jî. Em lenet li Erdogan dikin. Erdogan digot 'ez misilman im', lê ew şeytan e. Îro keç û xortên me dişewitîne, li ser me planên mezin dike, birîndaran li bin avahiyan de qetil dike. Bila dayîkên şehîdan nebêjin em bi tenê ne. Em bi xwîna şehîdên xwe soz didin em li cem wan in. Îro ji me were xwestin em ê li wir bin. Yek ji me bimîne jî em ê Erdogan bin bixin."

Hedye di berdewama gotina xwe de diyar kir ku ferqa Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Seddam nîne û wiha Hisên û wiha got, "Em ê Erdogan bi çarenûsa Seddam re rûbirû bihêlin. Seddam jî zalim bû, zilm dikir. Lê dawiya wî diyar e. Dayikên şoreşger û şehîdan hemû li ser pêyan in heya azadiyê."

Cigêra Mala Jinê yê Taxa Qenetsiwês Wecla Qamişlo jî wiha bertekê xwe anî ziman, "Em komkujiya li Cizîra Botan şermezar dikin. Roja ev şer li Bakur destpêkiriye, em jî wek Rojava li ser piyan in. Em li ser sînor, di kolanan de piştgiriya wan dikin. Çawa Rojava azad bû, em ê Bakûr jî azad bikin. Qetlîama Bakur wek qetlîama Helepçeyê ye. Lê di dawiyê de Seddamê kojer tine bû, Em ê Erdoganê faşîst jî tine bikin. Ji me çi were xwestin ji bo Bakur em ê bikin."

(zb/en/rc)