Gîzema gef lêhatî xwarin li kuye?

13:35

JINHA

BALIKESÎR - Gîzem Babataşa ku ji aliyê destgirtiyê xwe ve gef lê dihat xwarin ji duh ve nexwuya ye. Jinan ji bo dîtina Gîzem helmet dan destpê kirin.

Gîzem Babataş a hat tehdîdkirin li navçeya Burhaniya Balikesîrê ji aliyê desrgirtiyê xweyê kevin ve hat revandin. Birazî ya Gîzem agahî da ajansa me û got, "Destgirtiyê Gîzem yê berê Serkan Şencan derunî ya wî xirabû ye û şîdet li Gîzem dikir. Berî vega 3-4 heyvan ji ber şîdeta destgirti yê xwe gustîla wî avêt bû Serkan Şencan ev qabûl nekir û bi mirinê gef li Gîzem dixwar. Ji ber vê bûyerê me serî li polîsan û dozgeri yê da lê ti gav nehat avêtin."

(dt/zt)