Li Sûrê anonsên 'em ê bombebarana hawayî pêk bînin'
14:04
JINHA
AMED - Li navçeya Sûrê ya Amedê ku 70 roj in ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin, ji wesayîtên zirxî anonsên "Teslîm bibin yan jî em ê bombebarana hewayî bikin" tên kirin. Hat diyarkirin ku li nêzî Bazara Mastfiroşan di pevçûna bi hêzên YPS'yîyan de gelek leşker jiyana xwe ji dest dane.
Li navçeya Sûrê ya Amedê ev 70 roj in dorpêçkirina dewletê didomê, li gel dorpêçkirinê êrîş hîn jî didomin. Îro ji ji destê sibê şûnde li Taxên Cemal Yilmaz û Hasirliyê bênavber êrîşa topan hat kirin. Di êrîşê de guleyên topê li malekê ketin û hat diyarkirin ku di vê êrîşê de 4 sivîl birîndar bûne, lê nasnameyên birîndaran nehat zanîn.
'Teslîm bibin an jî em ê bombebarana hewayî bikin'
Her wiha li gel êrîşan, hêzên dewletê yên ku nikarin berxwedana gel têk bibin, ji duh ve ye ji wesayîtên zirxî anonsên "Teslîm bibin an jî em ê bombebarana hewayî bikin" dikin.
Li derdora Bazara Mastfiroşan pevçûn
Hate ragihandin ku li navçeyê di navbera hêzên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û hêzên dewletê de jî pevçûn derketiye. Hate diyar kirin ku li nêzî Bazara Mastfiroşan di vê pevçûnê de gelek leşkeran jiyana xwe ji dest dane.
Cenaze hîn jî têne sekinandin
Cenazeyên Cîhat Morgul, Welat Bîlen û Mahmut Oruç ên di rojên borî de di êrîşên hêzên dewletê jiyana xwe ji dest dabûn jî hîn li navçeyê têne sekinandin û hêzên dewletê nahêlin ku malbat cenazeyên xwe wergirin.
(rc)