Li Amedê polîsan zarokê 16 salî qetil kir
14:45
Sibat
9
/ 2016
JINHA
AMED - Li Amedê polîsan êrîşê meşa ku ji bo şermezarkirina qatlîama li Cizîrê hate lidarxistin kirin û zarokê 16 salî yê bi navê Mahmut Bulak qetilkirin.
Li Amedê ji bo şermezarkirina qatlîama li navçeya Cizîrê ya Şirnexê meş hate lidarxistin. Polîsan êrîşî meşê kirin. Piştî êrîşa polîsan gel parastina cewherî pêk anî li ser vê pevçûn qewimî. Li gelek deverên bajar bûyer qewimîn. Li cadeya Sentoyê polîsan nêzî Geterler Petrolê zarokê bi navê Mahmut Bulak (16) qetil kirin.
Gule li serê zarok ket û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
(rc)