Li Wanê jinan 15’ê Sibatê şermezar kir

15:49

JINHA

WAN – Aktîvistên KJA yê ji bo şermezarkirina salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî kirin û qetliama Cizîrê daxuyanî da çapemeniyê.

Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Wanê ji bo şermezarkirina salvegera komploya navnetewî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 1999' an de hatî kirin û qetliama Cizirê li gelek cihan daxuyanî dan çapemeniyê. Jin li navçeya Tuşbayê li ber buroya jinê ya navçeyê li hev kombûn û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta reş ya li ser “Bi rihê rêveberiya xweser emê komploya 15'ê Sibatê vala derxin û em ê xwedî li azadiya xwe û Serokê xwe derkevin” nîvisî vekirin. Jinan di daxuyaniyê de bê navber dîrûşmeyên wek “Bijî berxwedana Cizîrê”, “Bê Serok jiyan nabe” û "Gelê Wanê xwedî li berxwedana Cizîrê derkevin” berz kirin.

Hevseroka rêxistina HDP’ê ya navçeya Tuşbayê Hatîce Can daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta tirk û Hikûmeta AKP’ê li ser kurdan polîtîkayên tune kirinê didin meşandi, lê di serî de jinên kurd hemû jin destûrê nadin polîtîkayan.

Daxuyanî bi tîlîlî û çepîkan bi dawî bû.

Di heman demê de jinan li navçeya Erdemetê jî daxuyanî dan. Daxuyanî bi tevlîbûna Hevseroka rêxistina HDP' ê Artemêta Nurhayat Çelîk, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi tevlîbûna gelek jinan li ber avahiya HDP’ê ya Erdemetê pêk hat. Jinên di daxuyaniyê de pankartên reş ku li ser "Em berxwedana Cizîrê silav dikin", "Azadiya Serokatî azadiya jinê ye" û "Em komploya li ser Serokatî şermezar dikin" nîvîsî vekirin. Jinan bê navber dirûşeyên wek “Bijî Serok Apo” û “Bê serok jiyan nabe” berz kirin.

Aktivîsta KJA'yê Gulşah Hakan daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta tirk xwest di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hemû gelê kurd tecrit bike.

Jinan 15 deqe çalakiya rûnîştinê dawî li çalakiya xwe anîn.

(kom/ho)