Jinên Hesekê: Tirkiyê bi êrîşan wê nekaribin vîna gel bişkînin
16:36
JINHA
HESEKÊ - Jinên li bajarê Hesekê êrîşên dewleta Tirkiyê ya li dijî gelê bakûrê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin ku cudahî di navbera hikûmeta AKP'ê û DAIŞ'ê de nemaye û wiha gotin, "Herdu jî bi bêwîjdanî mirovahî qetil dikin. Em bang li tevahî saziyên mafê mirovan kirin ku li hember kiryarên dijîmirovahî bibin xwedî helwest."
Bertekê jinan hember hovîtiya ku hêzên dewleta Tirk li Cizîrê pêk aniye zêde dibin. Jinên bajarê Hesekê jî hember agahiyên qetilkirina 60 birîndarên bê parastin bi tundî şermezar kirin. Jina bi navê Hêvîn Xelef êrîşên hember gelê Kurd û herî dawî komkujiya 60 kesan li Cizîra Botan şermezar kir. Jinan dan diyarkirin ku ew ê heya bêhna xwe yê dawî piştgirî bidin gelê bakûrê Kurdistanê û got, "Wekî ku me DAÎŞ bi alîkariya Bakur li Rojava têk bir, em ê wisa AKP'ê jî bi hev re bi bin bixînin."
Jina bi navê Zekiye Silêman da diyar kirin ku, "Ev kiryarên ku hikûmeta AKP'ê li dijî Kurdan dike dij-mirovane, wekî ku îro DAÎŞ bi hovîtî serê mirovan jêdike û her tiştî talan dike, AKP'ê jî hîna zêdetir hovîtiyê dike. Em îro dibînin çawa AKP'ê li bajarên Bakur bi taybet li Cizîra Botan komkujiyan bê navber pêktîne, her kesî dikuje û bi hezaran koçber dike, em dibînin çawa derman ji bo tedawîkirina birîndaran qut dike, ev yek jî ji hemû cîhanê re dide îsbatkirin ku DAÎŞ û AKP yek in û ji hev ne qut in.
'Kuştin nikare gelê me tune bike'
Jina bi navê Nûra Hesen li ser van êrîşan axivî û nêrînên xwe wiha anî ziman: "Dewleta Tirkiyê tucaran nikare vîn û îradeya gelê Kurd bişkîne, bi vê hovîtiya xwe dixwaze ku Kurdan tune bike û xweseriya demokratîk têk bibe, lê bila baş bizane ku îrada Kurdan ji hemû qirêjiya wan xurtir e û wê nekarin bi kuştinê gelê me tune bikin. Em bang li tevahî saziyên mafê mirovan kirin ku li hember kiryarên dijîmirovahî bibin xwedî helwest."
(eh/hs/rc)