Rêxistina Sara ji bo koçberên Helebê daxuyanî da
16:37
JINHA
EFRÎN - Rêxistina Sara ya li dijî şîdeta li ser jinê xebat dimeşîne di derbarê koçberên ku ji gundewarên Helebê berê xwe didin Efrînê de û êşa ku jin di bûyerên bi vî rengî de dikşîne de daxuyaniyek da.
Daxuyan ji aliyê Rêvebera Rêxistina Sara Samiye Ehmed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di vê dema dawiyê de ji gundewarên bakûrê Helebê şer û pevçûn zêde bûne, ya ku herî zêde jî zirarê ji van êrîşan dibîne jin e. Her dem zehmetiyan dikşîne ji kuştina zarok an jî hevserê xwe pir giran bandor dibe."
Daxuyanî wiha didome: "Em pir bi êşa jinan xemgîn dibin, çareseriya vê pirsgirêkê jî yekbûna hemû pêkhateyên Sûriyê û bi taybet hevgirtina hemû jinan e. Divê jin di nava vî şerî de xwe bi rêxistin bike ji bo ku bikaribe xwe li hember van bûyerên bi vî rengî biparêze, nexwe dê bibe qurbaniya her tiştî. Ji ber ku êşa her jinekê êşa me ye. Em bang li hemû jinên Sûriyê dikin bi hemû pêkhateyên wê ve ku bibin bingeh ji bo yekbûna hemû jinan. Em di vir de jî careke din rola jinan a li hember dagirkeriya Osmanî û Frensiyan têkoşînkirin bi bîr bînin. Jina navdar Nazik El Abid ku di sala 1959'an de gihêşte asta ku li gel wezîrê parastinê yê wê demê Yûsif Elezeme şer bike û destanên serkeftinê li ser rûpelên dîrokê binvîse da ku Sûriye ji dagirkeriya Frnesî rizgar bû."
Daxuyaniya Rêxistina Sara wiha bidawî bû: "Em bi navê Rêxistina Sara li Kantona Efrînê bang li hemû saziyên mafê mirovan ên heremî û navdewletî dikin ku alîkariyê bidin van kesên koçber ku jin û zarok tê de zirara herî sereke dibînin û van êrîşan bi dawî bikin. Em rola Kantona Efrînê jî di alîkariya van kesên koçber de jibîr nakin. Bi hemû derfetan alîkariya wan dikin û heya dikarin pirsgirêkê çareser dikin."
(fr/hs/rc)