'Ew jiyana xwe ji dest bidin jî emê tekoşînê berdawam bikin'
19:08
JINHA
MÊRDÎN - Dayîk û meta Alî Firat ê ku di jerzêmîna Cizîrê de mayî bi rojane li Nisêbîna Mêrdînê li benda xeberekêne ji zarokên xwe bibihîsin. Ew jî wek jinên Kurdistanê ji tekoşîna xwe berdewamdikin û dibêjin; "Ew jiyana xwe ji dest bidin jî em ê tekoşîna wan bidomînin. Em ticar xilas nabin."
Bi rojane ku malbatên birîndarên Cizîrê li benda xeberekêne ji zarokên xwe bibihîsin di nobetê denin, dibêjin; "Ew qetilkiribin jî bin bila agahiyek bidin." Met û dayîka Alî Firatê ku di jerzêmîna avahiyek Cizîrê de mayîn bi rojane li Girêmîra Nisêbînê di çalakiya nobeta berxwedanê denin. Dayîka Alî Firat Fatma wiha got: "Di salên 90'an de li Toreşa Wanê dewletê gunde me xirakir û gotin; 'Eger hun ji gund dernekevin em ê we bikujin.' Me eşyayêk xwe jî negirt û em ji gund derketin. Piştra em hatin Wanê. Alî Firat li Wanê dibistan xwend. Jixeynî Alî 7 zarokên min hene. Birayê Alî berî 24 sala tevlî tekoşîna azadiyê bûye û astengdar bû. Îro jî Alî Firat li Cizîrêyê. Ez nizam saxe an miri ye."
Fatma wiha domand: "Alî di şertên zehmet de mezin bû. Li gund dema Alî Firat piçûk min wî di derguşede di hişt û ez diçûm nav zeviyan. Destêngiya aborî jî habû lê min Alî da xwendin. Min lawikê xwe bi zehmetî mezinkir û da xwendin, ev dema wî ya dawî bû. Alî çubû serdana Cizîrê. Dewlet dibe 'terorist' lê hemî sivîlin, tikas nizanê ka li Cizîrê çidiqawime. Bila kezeba Erdogan jî bişewite wek ya me ku me fêm bike."
'Werin em bihev re wan ji wir xilaskin'
Fatma bangî gelê kurd kir û wiha dom kir: "Werin em herin wan ji Cizîrê bînin. Dewletên Avrupa jî hevparê AKP'ê ne, herdem me banî wan kir werin em birîndaran xilaskin lê ti deng ji dewletan nehat. Banga me ji hemî cîhanê re eve; werin em zarokên xwe bihev re xilaskin. Xwedê mala xayîna xirake. Bê çawa kezeba me şewitî bila kezeba Davutoglu û Erdogan jî bişewite. Min zaroka xwe bi şertên zor û zahmet mezin kir, Erdogan jî kezeba me şewîtand.
Meta Alî Firat Azîme Aral jî wiha got: "Yên di jerzemîna avahiyê de hemî sivîlin. Me zarokên xwe bi çi zehmetiyê mezin kirin û dewlet wan qatil dikin. Zarokên ev çend rojin di jerzemînê de mane asê. Ne Serekomar û ne jî Parlemênterên wî deng diderxin û ker û lalin. Her car em dikevin rê ku em herin birîndaran xilaskin lê hêzên dewletê êrîşî me dikin. Me ji dev ji jiyana xwe qara ye. Em li benda xebera birîndarên ku di jerzêmînê de mane nin. Bînaya ku birîndar lê tên bombebaran kirin ti kes tiştek na bêje, bila cîhan dengê me bibîhîzin. Li vir ji qatlîama Helepçe xiraptir qatlîam dibê lê ti kes na bîne û hemî cîhan kerû lale.
'Em xilas nabin '
Azîme nerazîbûna xwe wiha anî ziman: "Ji qatlîama kurda re hemî cîhan bê denge. Bila êdî dev ji van êrîşên hevparî berdin nahêlin em cenazeyê zarokên xwe jî bigrin. Me weneyên zarokên xwe di dilê xwe de veşartiye. Ku piçek mirovîtî bi Erdogan re hebana wê jinên ducanî û bebikên 30 rojî qatilnekiriba. 60 sivîl di oxira aştîyê de çû bûn Cizîrê, çima Avrupa di derbarê vê bûyerê de bêdenge. Em li pişt Gerîlayên xwe ne, em ê tekoşîna wan bidomînin û eger zarokek min çûbe ezê yekîdin jî bi destê xwe rêbikim. Wê ev tekoşîn bidome."
(dt/zt)