Jinên Başur: Bêdengî hevkariya kujerane
09:00
Şengar Biradost/JINHA
SILÊMANÎ - Jinên Başurê Kurdistanê komkujiya dewleta Tirik li Cizîra Botanê kirî şermezarkirin û gotin: "Li Bakur gelê me di berxwedana jiyanê dane, em jî li vêderê bi pirsgirêkên deshilat û partiyên siyasî ve mijûlin. Bila genc şuna bi rojan li ber deriyê deshilatê benda pera disekinin, berê xwe bidin berxwedana rûmetê."
Jinên Başurê Kurdistanê li ser komkujiya li bajêrê Cizîrê ji aliyê hikumeta AKP'ê ve hatî kirin axivîn. Jinan diyar kirin ku dê hesab hem ji deshilatiya êrîşkar û hem jî ji bêdengiya partiyên Başur bê pirsîn û wiha axivîn: "Ev helwesta û bêdeniya deshilatdarên Başurê Kurdistanê nayê pejrandin."
'Emê hesab bipirsin'
Hevseroka Meclîsa Tevgera Azadî ya bajêrê Silêmniyê Ronak Mecîd bi tundî ev êriş komkujî şermezar kir û got: "Em bi awayek tund komkujiya Cizîrê şermezar dikin. Li ber çavê hemû cîhanê li berçavên hemû Kurdan ev meheke 30 kesên birîndar di jêrzemînê di nalînin. Bi berdewamî jî ji aliyê rejêma faşîst a AKP ê ve êrşî ser wan dihat kirin. Em bi zîndî bûn şahêdê mirina wan kesan. Bi awayek herî bê rehim li berçavê mirovahiyê hatin şewtandin. Ev hovetî di dîroka mirovahiyê de bû birînek ku tu car nayê derman kirin."
Mamaosta Ronak balkişand ser bê dengiya welatên cîhanê li hember vê hovêtiyê û got: "Eger ev komkujî li welatek din bihata pêkanîn niha hemû rewşa awarte di qada navnetewî hatbû ragihandin. Lê ev wêneyê pejrandinê ye welatên cîhanê nîşan didin. Emê yek bi yek hisabê wan canan bi pirsin. Ema em helwesta navnetewî bi tundî şermezar dikin. Ez ji her Kurdekî bi şeref dixwazim ku rabin ser piya û wê omkujiyê şermezar bikin."
'Em hemû birîndarin'
Mamosteya Zanîngeha Silêmaniyê Tara Alî jî di derbarê komkujiya Cizîrê de got: "Eger parçeyên din yên Kurdistanê bêdeng nebûna îro ev komkujiyek pêk nedihat. Em hemû birîndarin. Berî ku em qada navnetewî rexne bikin pêwîste em parçeyên din yên Kurdistanê bi tundî rexne bikin. Bi taybet jî Başurê Kurdistanê ku pir zû dest ji xwe berda û pişta xweda Berxwedaniya Bakur. Çênabe li Bakur komkujî hebe, em jî ew qas zu dest ji xwe berdin. Di demekê ku pêwîstiya gel bi piştgîriyê heyî de divê em hemû berê xwe bidin berxwedana Bakur û helwesta xwe nîşan bidin."
Tara wiha domand: "Ev helwesta û bêdeniya deshilatdarên Başurê Kurdistanê nayê pejrandin. Çunkî bêdengî û hevkarî bûye sedema van komkujiyan. Ji ber ku jin xwedî nasnameyek berçavin di bizava azadiya Kurdistanê de. Îro bi taybet jinan dikin armanc û êrîşî wan dikin."
'berê xwe bidin berxwedana rûmetê'
Mamostaya Zaningeha Silêmaniyê û çalakvana jinan Ronak Bomba jî ragihand ku dewleta Tirk hemû sinirên mirovahiyê, yasayî, exlaqî û olî derbaz kirine û got: "Li Bakur gelê me tê qetliam kirin, lê em li Başur bi derdê pera û pirsgirêkên navxwe ketine. Li Bakur gelê me di berxwedana jiyanê dane, em jî li vêderê bi pirsgirêkên deshilat û partiyên siyasî ve mijûlin. Bila genc şuna bi rojan li ber deriyê deshilatê benda pera disekinin, berê xwe bidin berxwedana rûmetê."
Ronak wiha berdewam kir: "Bila ev roj di cîhanê de bibe rojek taybet. Çûnkî ev roj ji pir rojên ku ji bo mirovahiyê hatine ve qetandin trajîktre. Ez ji ciwanan dixwazim ku êdî li hember van kiriyarên ne mirovane bêdeng nebin. Heya kengî em li mirina xwişk û birayên xwe binêrin."
(zt)