Tevgera Jinên Demokratik amadekariyê komxebatê dikin

09:10

JINHA

STENBOL - Nûnera Tevgera Jinên Demokratik Dilşat Canbaz, banga amadekariyên komxebata sêyemîn kir û got: "Em amadekariyên komxebatek bi ziman û rengê jinan dikin.

Amadekariyên Komxebata 3'emîn a Tevgera Jinên Demokratik (DKH) dê di 13-14'ê sibatê de li Navena Çandê ya Yuz Çiçek Aşsin tê kirin. Li ser komxebata bi diruşma "Jin ber bi rêveberiyê jin ber bi deshilatiyê ve" tê amadekirin em bi Nûnera Tevgera Jinên Demokratik Dilşat Canbaz re axivîn. Dilşat despêka komxebatê nirxand û diyar kir ku ser jinên polîtîk, LGBTÎ yan û Kurdistanê polîtîkaya komkujiyê heye û wiha domand: "Bi giştî ser jinên polîtîk qirkirina nijadî dikin. Li hemberî van komkujiyan pêdiviyên divê lezgîn tiştek bê kirin heye, li ser wê me dest bi amadekariyên komxebatê kir."

'Dema bilindkirina tekoşînê hatiye'

Dilşat bilêv kir ku herî dawî di sala 2007'an de komxebatek wan çêbûye û wiha berdewam kir: "Ji sala 2007'an heya niha em weke DKH'ê mixabin ji rêxistinên jinan hinek pasîf man. Em pir derneketin derveyî bernamên çalakiyan. Di demên dawiyê de deshilatiya AKP'ê faşîzmê ferz dike. Vê pêvajoyê birastî hindirê me êşand êdî dema bilindkirina tekoşînê hatiye. Hinek jî romana komxebatê jî ji vê derket."

'Dê girêdayî vîna jinan mijar bên nirxandin'

Dilşat destnîşan kir ku ewê mijarên girêdayî qetilkirinên jinan, LGBTÎ û komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, parastina cewherî, rêveberiya xwecihî û vîna jinan bigirin dest û li ser nirxandinan bikin û wiha dom kir: "Em amadekariyên komxebatek a ziman, reng û bi tevayî jin li xwe vegerîn û bûyîna xwe bi xwe dikin."

'Emê bên bahev û bibin yek deng'

Dilşat anî ziman ku çawan li Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê ser jinan didin meşandin li aliyê Tirkiyê jî jinên welatparêz hedef digirin û wiha pêde çu: "Ji ber daraz, dewlet û polîs mêrin pêdivî bi rêxistinkirina jinan heye. Emê hemû jin bên bahev û di vê pêvajoyê de bibin yek deng. Ji bo deng derxistinê em hemû jinan vedixwînin komxebata xwe. Emê ji bo nivîsandina reng, hişmendî, vîn û dîroka jinê bicivin."

(zt)