Nisêbîn hedef nîşandan

09:11

JINHA

MÊRDÎN – Piştî ku Wezîrê Karê Hûndir Efkan Ala qada xweser a Nisêbînê hedef dabû nîşandan ji dûh ve hêzên dewletê êrîşî taxan dikin. Piştî dûh êvarê di saetên serê sibê de li taxa Abdulkadîrpaşa teqînek rû da û piştî teqînê hêzên dewletê demek dirêj bi çekên giran êrîşî kolanan kirin.

Piştî ku dûh Wezîrê Karê Hûndir Efkan Ala, qada xwerêveberinê navçeya Nisêbîna Mêrdînê wek hedef da nîşandan şûn ve êrîşên hêzên dewletê jî ji dûh ve bê navber didomin. Li derdora Nexweşxaneya Dewletê ya kevn a Nisêbînê ya ku li taxa Abdulkadîrpaşayê ye serê sibê saet di 05.50’an de li hember maşîneyên zirxî yên ku ev bi mehane taxê xistine bin dorpêça xwe ji aliyê YPS’ê ve çalakiya bi roket pêk hat. Piştî çalakiyê di derbarê ziyan û miriyên polîsan de agahî nehate bidest xistin û gelek maşîneyên zirxî sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Piştî çalakiyê ji maşîneyên zirxî bi çekên giran bi saetan êrîşî kolanên taxa Abdulkadîrpaşa hate kirin. Dengê çekan û teqînan li seranserî navçeyê hate bihîstin. Piştî demek dirêj êrîşan dom kir li navçeyê liv û tevgera maşîneyên zirxî yên polîsan zêde bû.

Dûh di saetên êvarê de li heman deverê hêzên dewletê bi awayekî bê ser û ber êrîşî kolanên taxê kiribû.

(ekîp/zt)