Li Nisêbînê hêzên dewletê hewldidin bi kincên YPG'ê bigerin

09:11

JINHA

MÊRDÎN – Hate hîn bûn ku li navçeya Nisêbîna Mêrdînê polîsên tîmên taybet xwestine kincên YPG’ê bidin dirûtin, lê ji aliyê terzîxanevan ve daxwaza wan hatiye redkirin. Xwediyê terzîxanê yê ku nexwest navê xwe bide destnîşan kir ku wî daxwaza tîmên taybet qumaş û logaya YPG’ê qebul nekiriye û got ku tîmên taybet ên bi çavsorî ji dikana wî derketin kincan biriye Qoserê xwestine bidin dirûtin.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, hêzên dewletê yên bi mehane li hember berxwedana xwerêveberiya gel gav paş de diavêjin û têk diçin, bi planên nû dixwazin dest bi êrîşan bikin. Hêzên dewletê ji aliyekî ve xwe ji bo êrîşên nû amade dikin û ji aliyekî ve jî rê û rêbazên polîtayên êrîş û şerê qirêj ên salên 1990’î dixwazin bixin dewrê. Dixwazin vi van rêbazên şerê qirêj, şoreşa Rojava û li hember YPG’ê propaganda reş destpê bikin û bi van polîtîkayan şoreşa gelê kurd têk bibin.

‘Dixwazin berxwedana YPG’ê reş bikin’

Polîsên tîmên taybet ên tirk bi van rêbazan têgihiştina “Hêzên YPG’ê, li qadên xweser ên Nisêbînê li hember artêş û dewleta tirk şer dike” bixe meriyetê û berxwedan xweseriyê têk bibe. Hem dixwaze bi vê têgihiştinê li hember Rojava û YPG’ê hedef dide nîşandan û hem jî ji aliyekî ve jî qetliyamê dixwaze li Nisêbînê pêk bîne bingehek dide afirandin.

‘Daxwaza wan red kir lê heqaret kirin’

Terzîvanê li Nisêbînê karê dirûtinê dike ku nexwest navê xwe bide destnîşan kir ku polîsên tîmên taybet qumaşê ku dê kincên YPG’ê jê bên çêkirin û logoyên YPG’ê li ser bi wan re anîne terzîxana wî û got ku di destê wî de qumaşê derdora 60 kincên bidin dirûtin. Xwediyê terzîxaneyê anî ziman ku wî daxwaza tîmên taybet a dirûtina kindan qebul nekiriye û got ku piştî wî daxwaza tîmên taybet qebul nekiriye lê heqaret kirine û ji terzîxaneyê derketine.

‘Ji Nisêbînê çûne terzîxaneyê Qoserê’

Terzîvan da zanîn ku wî agahiya polîsên tîmên taybet piştî Nisêbînê çûne li terzîxaneyên Qoserê kincên YPG’ê bidin dirûtin girtiye û got ku wî agahiyên li Qoserê ka kincan dirûtine ne dirûtine bi dest nexistiye.

(ekîb/zt)