'Deshilatiya difikire bi qetilkirina jinan dê serkeve windakiriye'
10:42
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçigit dorpêç û komkujiyên demdirêje li Kurdistanê berdewam dike nirxand û got: "Xwestin bi qetilkirina 3 jinên siyasetmendarên kurd li Silopiyayê di şer de serkevin. Lê deshilatiya difikirî dê bi şer serkeve berevajî windakir. Ji ber li pey ji nên berxwedêr bi hezaran jin ketin tevgerê."
Di şerê li Kurdistanê 2 mehin berdewam dike de gelek sivîlan jiyana xwe jidest dan, bi sedan birîndar girtne binçavan. Di demên dawî de li hember komkujiyên Serokomar û AKP dike bertek mezin dibin. Li gel bertekan jî hikumet rêya xwe şaşnake sivîlan qetildike û 'terorîst' îlan dike. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçigit ser pêvajoyê û komkujiyên tên kirin nirxandin kir.
'Yên difikirîn bi qetilkirina 3 jinên siyasetmendarên kurd di şer de serketine windakirin'
Gulistan destnîşan kir ku bi qedexeyên derketina kolanan re hemû mafê jiyanê ji destê mirovan tên girtin û wiha domand: "Xwestin li Silopiyayê bi qetilkirina 3 jinên siyasetmendarên kurd di şer de serkevin. Deshilatiya dikarî wê bi serkeve windakir. Ji ber li peyî berxwedana wan jinan teqez bi hezaran jin ketin nava tevgerê."
Gulistan li Cizîrê jêrzemîna birîndar têde dihat girtin bibîrxist û got: "Li Cizîrê sivîlên birîndarên di jêrzemînê de 'terorist' îlan kirin û qetilkirin. Dikarî birîndar bê rizgarkirin, ji bo rizgarkirina wan navnîşan dan, lê dewletê ew qetilkirin. Divê biriyarên dewlet dide hinek hişê mirovan bigire. Di sala 2016'an de li Tirkiyê birîndar terkî mirinê tên kirin û tên qetilkirin."
Gulistan di dawiyê de bilêv kir ku divê li Kurdistan û Tirkiyê jin li hember komkujiyan bibin yek deng.
(zt)