Çîroka Zîna Ereb û Memê Kurd a li Cizîrê û navê Beko yê nû 'dewlet'

10:44

Handan Tufan-Zehra Dogan/JINHA

MÊRDÎN - Hevjîna Hasan Tagê ku li hember êrîşên ser Cizîrê di roja 16. de hevjîn û zarokê xwe ji taxê dertîne û bi xwe jî yek ji birîndarê jêrzemînê bû, Derya Tag got, "Ez Zîna Ereb a li hember zilma desthilatdariya malbatê serî hildayî me, ew Memê ku canê xwe fedayê gelê xwe kiri ye. Bekoyê me jî dewlete. Gelo dizanin ku ev zilm rûhê serhildanê mezin dike? Wek jinek Ereb dibêjim Bijî Kurdistan, êdî baweriya min bi aştiyê nemaye."

Polîtîkayê qirkirinê yê herî giran hember Cizîrê pêk tê. Piştî gel nûçeyên medyayê alîgir derbarê birîndarên jêrzemînê de de bihîst, berê xwe dan Cizîrê. Welatiyên ku tevlî Meşa Botanê bûne bi rojane li navçeyê Nisêbîna Mêrdînê di çalakiyê nobetê de ne. Malbatê birîndarên jêrzemînê ên ku bi rojane di çalakiyê dene diyar kirin ku ew derbarê jiyankirina wan de baweriya xwe wenda nekirine. Yek ji çalakvana ku sibê heya şevê nobetê digre Derya Tag e. Bendewara ciwan Derya, hevjînê wê Hasan Tag yek ji birîndarên jêrzemîna wehşetê ye. Dayîkan bi gotinên "Negrîn, hember zaliman girî stû xwarkirine" dixwazin bêhna Derya vekin, lê Derya dibêje "Ev ne zilma yekeme ku ez dijîm." Bi serhildariya Derya re a li hember zilma desthilatdariya malbatê re dibe xwedî çîroka têkoşîna salên dirêj yên tevî hevjînê xwe.

'Bi kelepçeya ku ket destê Hasan re min têkoşîna Kurd naskir'

Berxwedana Derya li gundek girêdayî navçeya Mîdyata Mêrdînê a hember zilma bav û bira despêdike. Çîroka têkoşîna jinek Ereb yê serhildêr a ku dikeve ser Cizîrê. Derya wiha qala wan rojên borî dike, "Her tevgerek min rastî heqeret û lêdanê giran dihat. Bi salan wiha bihûrî, rojek ji xwere hizirîm 'çima ji vir narevim'. Dûvre tenê bi cilên ser xwe ketim riya Cizîrê û çûm ba hevalek xwe. Min ji mêran nefret dikir û tenê ji bo pêdiviyê xwe yê jiyanê li cafeyek dixebitîm. Hasan jî yek ji mûşteriyên ku dihat wêderê. Evîndarê min bû, her gav hevalên xwe rêdikir û dexwazê hevdîtinê dikir. Min jî her dem digot 'ez ji mêran nefret dikim, tehmûla min a dîtina wan jî nîne' û red dikir. Qet ji bîr nakim rojek ji min re helebestek ku hestên min diyar bike şandibû. Min jî bi hêrsek pelê ku helbest ser nivîsî, min ber çavê wî qetand û da wî. Baweriya min bi evînê tine bû û her wiha baweriya min tine bû ku mêrek evîna rast bide jiyandin. Hêjmarê telefona min ji hevalê min girt û dexwaza zewacê ji min kir. Ji bo nîşanê me biryar da ku em li kafeyek hevdû bibînin. Gava nîşanê, bi yek carê polîs ketin kafê û kelepçe xistin destê Hasan û birin. Bi kelepçeya ku ket destê Hasan re min têkoşîna Kurd naskir."

'Dema Hasan di girtîgehê de bû bêy ku agahiyê wî hebe ez pêre zewicîm'

Derya diyar kir ku piştî Hasan hat girtin ew çûye malbata wî û dûvre biryarê zewacê daye û wiha domand, "Ez ketim mal min dît tenê nivînek û balîfek li mal heye, rastî malbatek gelek xizan hatim. Hînbûm ku bavê Hasan di salên 90'î de jî ji aliyê leşkeran ve hatiye qetil kirin. Piştî vê rastiyê hînbûm têkoşîna Hasan ji bo min pîroz bû. Min ji dayîka wî re got, 'min biryar da ku ez bi kurê tere bizewicim. Ji vir û pêve ez li vê malê dijîm. Meraq neke ez ê bixebitim hem li malê hem jî li Hasan binêrim. Biçe û ji kurê xwere bêje 'Derya êdî hevjîna te ye. Êdî tu mirovek zewicî bila agahiyê te pê hebe.' Wek jinek li hember gelek zilman min serî hildabû, Hasan qey wê biryarê zewacê min daba? Bê guman min biryarê vê yekê da. Dûvre me gustîlka nîşanê rêkir girtîgehê. Ew ji pişt camê, ez ji derve me gustîla xwe xist destê xwe. Rûhê jinek anarşîst yê ku rêgezan nasnake zewacê wê jî wiha dibe."

'Li ba me ax tê wateyê belayê namûsê'

Derya da zanîn ku zewaca bi Hasan re ne zewacek ji rêzê bû û wiha qala sedemên wê kir, "Min jî bi rêxistin kir, di heman baweriyê te bûm hevalê wî a têkoşînê. Ez Zîna ku li hember zilma desthilatdariyê serî hildayî ye ew jî bû Memê axê Cizîrê. Bekoyê me jî dewlete. Ji xwe ji min re digot hevala min. Du kurê me çêbûn, xeyalê me hene, zarokê me dê layîqê têkoşîna azadiyê bin û bibin pêşeng. Piştî qedexe hat îlan kirin me biryar da em tev zarokên xwe li mal bimîn in. Dema ku êrîş giran bû di roja 16. de Hasan min tevî zarokan ji taxê derxist. Ez du meh ducanî bûm û zarok ji ber min çû. Bi xwe biryarê mayînê da. Li ba me ax tê wateyê belayê namûsê. Hasan ji min re got, 'eger ez derêm dûvre bi kîjan rûyê ez ê vegerim mal' û biryarê parastinê taxê da. Min zarokên xwe girt û li dervî Cizîrê rawestiyam. Her roj bi telefonê ez dipeyivîm, dengê topan ji aliyê piştê ve dihat lê dengê Hasan bi hêz dihat. Ji min re digot 'Netirse me çi nedît, em ê vê jî derbas bikin'. Ev 20 rojin ez agahî ji wî nagrim. Tenê tiştê zanim ew jî birîndare û di jêrzemînê de bû."

'Aştiyek mirî be carek din pêk tê qey?'

Derya anî ziman ku ligel têkoşîna aştiyê a bi salan dewlet bi tang û topan êrîşê wan kiriye û got ku, hêviyê wan yê aştiyê di bin topê ku li Cizîrê de ketine de ma. Derya wiha dirêjî da gotina xwe., "Aştiyek mirî be carek din pêk tê qey? Berî çend roj cîranek me ji taxê derketibû, min jê pirsî 'hevjînê min li wire? ji min re got 'rûyê her kes di nava tozê de maye, kes hevdû nasnake'. Ji ber topên hewanê rûyê wan di nava tozê de maye, sobeyek ku xwe li ber gerim bikin jî nîne. Ma qey xwerêveberin ne dihat wateya aştiyê? Ji ber me aştî xwest ev tişt bi me dan jiyandin qey? Ez aştî naxwazim û pêk hatina aştiyê jî naxwazim. Ez bi zaliman û kesên ku alîgirtiya tirkan dikin re êdî najîm. Wek jinek dibêjim Bijî Kurdistan."

(rc)