Jin û zarok dibêjin 'di her şertan de berxwedan berdewame'
11:32
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Kosepta şêrê AKP'ê bi dehan zarok qatilkir. Tevî qedexe û dorpêçan di 6 mehan de 460 sivîl ji aliyê dewletê ve hatin qatilkirin, ji wan 84 zarokin. Li Edenê jin û zarokan li hember qatlîamên ser gelê kurd tênkirin kirin di berxwedanê denin gotin; "Wê ev gel hertim li berxwe bide."
Li Bakurê Kurdistanê konsepta şerê AKP'ê di 6 mehan de dayî meşandin 84 zarok qatilkirin. Di çalakiya Edenê de hêzên dewletê du zarok qatil kirin û yek jî giran birîndar bû. Jinên Edenê balkişandin ser şerê ku dewlet li ser taxan dimeşîne. Jina bi navê Nurcan Temêl (55) got: " Serokwezîrê Tirkiyê dibeje; 'Bila jin zarokan çêkin, ez jî jê dipirsim ey Serokwezîr ma em zarokan bînin ku tu qatilbikê?"
'Wê ticar kurdan xilas nekin'
Nurcan wiha berdewam kir: "AKP bi dihan zarok qatilkirin ma di destên zarokan de çek hebû ku tu qatil dikê, çawa kezaba we digire ji qatla zarokan re. Bila êdî dewlet vê qatlê bi dawî bike. Eger li benda xilaskirina kurda ye xwe di xapîne. Te bi sedsalan kurd ne qedan tu dê vega bi qedenê. Ev 80 salin em vê tekoşînê di meşîn in û we kurd ti car jî dev ji tekoşînê bernadin. De bese destê xwe li ser ciwanên kurdan rakin. Bes xwîna ciwanan birjên û kezeba dayikan bes bişewitînin. Ev zilma li ser kurdan tê kirin di ti olî de nîne. Definkirina cenaze jî bû ye qedexe. Birîndar bi rojan di jêrzemînê de dimenin, ev mirovatiyek çawa ye."
'Ev kîna li hember kurdan wê kengê bi dawî bibe'
Jina bi nave Mîran Cîn (60) jî wiha axivî: "Ji ber konsepta şerê AKP'ê em ji gûnde xwe pênaber bûn. Li bajaran jî me dikûjin û dixwazin em dev ji têkoşîna xwe biqarin. Ev kîn û qatilkirina dewletê li hember kurdan wê kengê bi dawî bibe. Li Cizîrê bi dehan birîndar qatilkirin ev hovîtî li ku hati ye dîtin. Zarokên di zikê dayîka xwe de, ciwan û jin tên qatilkirin. Min fêmnekir ma dewlet ji berê fer ne bû ku bi qatlîama serkêftî nabin."
'Ez halê birayê xwe yê bi xwîn ji bîr nakim'
Li Taxa Fahretînpaşa a Tarsûsa Mêrsînê di berxwedana parastina cewherî de zarokê bi navê Davut Ozer (13) ji aliyê dewletê ve hat qatilkirin. Xwîşka Davut Bûşra Ozer (12) bi temenê xwe yê biçuk wiha axivî: "Ma zarokên wan jî nînin? Dilê dayîkên me şêwitandin em ticar ji birnakin. Gava ez polîsa dibînim birayê min te bîra min. Gava birayê min birîndar bû anîn mala apê min, me hemiyan wî di nav xwînê de dît. Hîn birayê min ne gihîşt nexweşxanê ji ber windakrina xwînê jiyana xwe ji dest da. Ez halê wiyê bi xwîn ti car ji bîr nakim."
'Polîsan bi zanabûn Davut qatilkir'
Ji heman Taxê hevalê Davut B.Î jî got: "Ez gelek xemgînim ez ticar Davut jibîrnakim. Herkes zane ku polîsan bi zanabûn Davut qatilkirin. Di şerê Kurdistanê de hertim zarok tên qatilkirin. Cenaze bi rojan li kolanan dimînin. Cenazeyê Davut jî hat gule barankirin, gaz avêtin û wêneyê me kişandin."
(dt/zt)