Dayîkên Aştî: Bi azadiya rêbertî re dê cîhan veguhere baxçeyê gulan

11:33

Oyku Dilara Keskin-Habibe Eren/JINHA

ENQERE - Pêkhatina komploya navneteweyî a li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ket 17 salan. Endamên Dayîkên Aştî kompolya 15'ê Sibatê nirxandin û gotin bi azadiya Abdullah Ocalan re dê cîhan veguhere baxçeyê gulan.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployek navnetewî di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyê. 17 salin li Tirkiyê di bin şert û mercên tecrîda girankirî de de tê hêştin. Dayîkên Aştî ên Enqerê û Stenbolê pêvajoya komployê û têkoşîna gelê Kurd a li hember komployê nirxandin. Endama Dayîkên Aştî Hatîce Ay diyar kir ku ew li hember şer dexwazê xwe ye aştî tînin ziman û wiha got, "Em di riyê ku têkoşîna rêbertî diyar kirî de, dexwaza jiyana bi rûmet dikin. Heya ku rêbertî girtî bimîne ne aştî ne jî rihetî ji me re heye. Azadiya rêbertî azadiya me ye." Hatîce da zanîn ku hember komkujiyên li Kurdistanê pêk tên gel bi berxwedanek mezin dexwazê aştiyê dike û wiha pêde çû, "Em dervî riyê ku rêbertî ji bo me diyar kiriye nasnakin. Ji bo azadiyê bi hezaran mirov me feda kir. Lê niha zîhniyeta dagirker ser axê me komkujî pêk tîne û her der tar û mar dike."

'Dema ez agahî ji rêbertî negrim bêhna min dernayê'

Endama Dayîka Aştiyê a Stenbolê Bedia Gokyuz jî derbarê komployê 15'ê Sibatê de wiha got, "Dema ji Kurdistanê hatim Stenbolê rastî gelek zilm hatim. Wê demê min têkoşîn nasî. Naskirina rêbertî wekî ku bêhnek nû yê jiyanê dabe min. Wekî miriyek ji nûve zindî bibe, em wiha ser xwe ve hatin. Rûh û can da me. Rêbertî tevahî komplo vala derxist. Dema ez agahî ji rêbertî negrim bêhna min dernayê, binêrin em çawan vedigerin rojên borî. Bi despêkirina şer re em bê nefes man. Azadiya rêbertî azadiya me teve. Azadiya rêbertî bi destê meye. Eger tekoşîna me bi hêz be em ê rê berê xwe azad bikin."

'Rêbertî em hînkirin ku li hember zilmê bêdeng nemîn in'

Ji Dayîkên Aştî ya Enqerê jî Hanim Varli diyar kir ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de tevahî gelê Kurd girtine bin tecrîdê. Hanim destnîşan kir ku ji dîrokê heya roja îro hember gelê Kurd komkujî tê pêk anîn û wiha dirêjî da gotina xwe, "Rêbertî bi berxwedana xwe nîşan kir ku divê li hember zilma ser gelê Kurd bê deng nemînin. Kesên tê qetilkirin bi sê dozan tertên pêş. Ji bo mafê ziman, wekhevî û hebûnê ye. Rêbertî jî vê dozê ji bo Elevî, Êzidî, Tirk û Ermeniyan jî hilda ser milê xwe."

'Bêy rêbertî pirsgirêkê Kurdan çareser nabe'

Hanim got, "Bi komployê 15'ê Sibatê re hizirîn ku têkoşîna azadiya Kurdan têk bibin, lê belê rêbertî vê yekê vala derxist. Helwest û ramanê Rêbertî ji cîhanê re bû çavkanî. Li Tirkiyê bêy rêbertî pirsgirêkê Kurdan çareser nabe. Eger rêbertî ser masê rûnene, pêvajoya aştî wê pêk neye. Rojek dê were ew ê biçin ber lingê rêbertiyê me. Bi azadiya rêbertî re dê cîhan veguhere baxçeyê gulan. Divê dereng neyê mayîn û herkes bikeve tevgerê. Bi rêbertî re sebra Hz. Eyûp, adeleta Yuduf û eşqa Mem û Zîn heye."

(rc)