Cenazeyên mirovên hatin qetilkirin ji bajarên cuda re hatin şandin

12:31

JINHA

ŞIRNEX - Cenazeyên 27 kesên ku ji aliyê hêzên dewletê ve di jêrzemîna avahiya li Cizîrê hatin qetilkirin û duh şevê hatin wergirtin şandin Riha, Mêrdîn û Şirnexê.

Li navçeya Cizîrê ye Şirnexê welatiyên ku di jêrzemîna avahiyê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin cenazeyên 27 kesên ku anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji wir şandin Riha, Mêrdîn û Şirnexê. Ji cenazeyên ku piraniya wan hatibûn parçekirin 8 cenaze şandin Rihayê, 7 cenaze şandin Mêrdînê 12 canezeyê jî şandin Şirnexê. Cenazeyên 13 kesên ku berê li Cizîrê hatibûn qetilkirin jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin.

Li aliyê din li navçeya Şirnex Cizîrê, têkildarî mirovên ji aliyê çeteyên qesrê ve hatine qetilkirin, hînê agahiyeke zelal bi dest nakeve. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê ji 12'ê Kanûnê û vir ve li Cizîrê ye anî ziman ku ji wan re hatiye ragihandin di nava 4-5 rojan de bi qasî 50 cenaze rakirine nexweşxaneyê.

Feysal der barê 27 cenazeyên duh ji aliyê wesayîtên şaredariyê ve hatin rakirin de ev agahî da: "Cenazeyên 12 kesan birin Şirnexê, yên 7 kesan birin Mêrdînê û yên 8 kes jî birin Rihayê. 27 cenazeyên duh hatin rakirin, ji avahiya ku weke jêrzemîna duyemîn tê zanîn û li kolana avahî lê ye, hatin wergirtin."

Feysal da xuyakirin, ku ew hînê agahiyan ji jêrzemîna despêkê ya li Kolana Bostanê nagirin û got, "Der barê cenaze û rewşa birîndarên li jêrzemîna destpêkê de dewlet heta jê tê rewşê dinixumîne. Mirov bi awayekî zindî hatin defnkirin û biqasî 20 roj in agahiyeke bi tenê jî wan nayê girtin. Dayikan xwe gihandin heta ber deriyê jêzemînê û li wê derê ji aliyê tîmên operasyonê ve hatin binçavkirin. Gelekî eşkere ye ku ji bo mirinê li jêrzemînê hatine hiştin."

Feysal diyar kir, divê hikûmet aqûmeta birîndarên li jêrmezînê ji raya giştî re eşkere bike û got, "Li vê derê sûcê li dijî mirovahiyê hat kirin. Wê hesabê vî sûcî li dadgehên navneteweyî bidin." Feysal da zanîn, ku cenazeyên ji avahiya weke Madimaka Cizîrê tê zanîn hatin derxistin, şewitî ne û got, "Hin cenaze hem şewitî ne hem jî şopa guleyan li ser hene. Hin ji cenazeyan bi temamî hatine parçekirin. Wehşetek li holê heye."

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyar kir, ku bi rojane ew agahiyê ji Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel wernagirin.

(rc)