Ji jêrzemîna wehşetê deng heye: Di her kêliyê de dikarin me qetil bikin
12:36
JINHA
ŞIRNEX - Li jêrzemîna avahiyeke din a Cizîrê gelek kes hatin qetilkirin. Derya Koç a li vê jêrzemînê ye got, "Berî saetekê êrîş kirin û bi qasî 20 hevalên me şewitandin, qetil kirin. Em 15 birîndar mane. Dor li me girtine, her gavê dikarin me qetil bikin."
Li navçeya Şirnex Cizîrê, agahî hat ku li jêrzemîna avahiyeke din a li taxa Sûrê, wehşetek hatiye kirin. Derket holê, ku ji gelek sivîlên li avahiyekê asê man, bi topbarana ji tankan a çend saet berê re bi qasî 20 sivîl hatine qetilkirin. Ji birîndarên li avahiyê Hevseroka berê ya HDP'ê ya Navçeya Mîlasê Derya Koç a li vê avahiyê ye, li ser rewşa dawî agahî da.
Ji ber ku dor li wan hatiye girtin Derya bi dengekî nizm axivî û got, "Niha rewşa me gelekî krîtîk e. Li jêrzemîna li qatê binê me, bi qasî 20 hevalên me yên birîndar şewitandin, qetil kirin. Em 15 kes sax mane. Niha bi tankan dor li me girtine. Gule û topan li me dibarînin. Di her kêliyê de em jî dikarin bên şewitandin. Lewma divê gel bi lezgînî were vê derê. Beriya saetekê top û gule barandin. Hevalên me yên birîndar qetil kirin. Em bi tenê 15 kes sax man e û hemû birîndar in. Em li taxa Sûrê ne. Dora me bi tankan hatiye pêçandin. Şebeke nîne. Telefon dikare bê girtin. Ez niha mecbûr im telefonê bigirim. Li derdora me ne."
Navê yên di hindirê jêrzemînê de asê mayîn wiha ne; Derya Koç, Fatma Demir, Lokman Bilgiç, Murat Keskin, Sinan Kaya, İbrahim İverendi, Fırat Malgaz, Orhan Tunç, Meryem Akyol, Mursel Dalmış, Star Ozturk, Murat Tunç, Abdulselam Turgut, Emek Aydın, Mesut Ozer, Abdullah Ozgur, Agit Aydın, Barış Agadır, Sahip Edip û Ferhat ê paşnavê wî nehatî zanîn hene.
(at-ab-ma/zt)