Meclisa Jinên Şengalê ji bo Cizîrê li ser piyane

12:59

JINHA

ŞENGAL - Meclisa Jinên Êzidi ya Şengalê girêdayî rewşa Cizîrê daxuyanî dan. Li ser navê meclisê Dayê Xoxê daxuyani da û got: "Ji ber ku Cizîr her dem li hemberî zilmê bûye kelha berxwedanê ji bo wê ye ewqas êrîşî ser Cizîrê dikin."

Li Meclisa Jinên Êzidi ya Şengalê di derbarê rewşa Cizîrê de daxuyanî da. Li ser navê meclisê Dayê Xoxê daxweyani da û weha axivî; "Ez li ser navê hemû jinên Şengalê berxwedan Bakurê Kurdistanê silav dikin, em pijgiriya xwe ji bo wan tênin ziman. Ji xwe ev bu demek dirêj gelê me yê li Bakur ruxmi hemu şert û mercen zivistan dijwar li henberi dewleta faşist ya Tirk berxwedanek bi rumet didin mesandin. Ji xwe Erdogan û çetên xwe li Rojava û Şengalê ceribandin bi serneketin û negihistin armancên xwe, niha jî berê xwe dane Bakur û dixwezin pilanên xwe yen qirêj li wir bi dominin. Lê belê bil ew jî baş zanibin ew li Bakur jî bi sernakevin û serkeftin ya gelê kurde."

Xoxê wiha berdewam kir; "Dewleta faşist bi hovane êrişî gel dike, wan bi zanabun ev êriş li Cizîrê pêk anîn. Ji ber Cizîr di diroka gelê kurd de wek cihê berxwedanê tê naskirin û her dem li heberî êrişên hovane buye kelha berxwedanê. Çima Erdogan ewqas êrişi sivilan dike, ji ber gel mafê xwe dixwezin û nehqiyê li ser xwe napejirinin û dev ji axa xwe ber nadin. Dewleta Tirk xwe li vê yekê ranegirtin sivilan hedef digre. Ji ber ew ji hebuna gelê Kurd di tirsin. Her roja derbas dibe yekitiya Kurdan mezin dibe, tekoşin bilin tir dibe. Bila Erdogan baş zanbe em ji kuştinê na tirsin heya yek ji me Kurdan mabe emê berxwebidin û serê xwe ji wan re ne tewinin."

Dayê Xoxê da zanîn ku divê hemû ciwan cihê xwe di nava YPS û YPS-JIN de bigirin û wiha dom kir: "Ez bang li hemu Ciwana dikim ku biçin tevlî nav refên YPS û YPS-JIN bibin. Pêwîste em gelê xwe yê li Bakur tenê nehêlin. Ez bang li her kesê dikim ku li henberî vê zulmê bê deng neminin. Ji ber bêdengî tê wateya para te ji di van komkujiyan de heye. Dem dema serkeftinê û wê serkeftin bibe ya gekê Kurd Kurdistanê."

Daxuyanî bi duruşmeyên "Bijî Rêber Apo", "Bijî berxwedana bakurê Kurdistanê" û "Bijî berxwedana Cizîrê" bi dawî bû.

(hş)