Hevşaredarên jin ên girtî: Li dijî têkçûna mirovahiyê dengê xwe bilind bikin
13:18
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarên jinên DBP'yî yên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin girtin, daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, êdî gotin di vê demê de bêwate ye û li dijî têkçûna mirovahiyê banga dijderketina li komkujiyên li Kurdistanê kirin.
Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn, Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû, Hevşaredara Erdîşê Dîba keskîn, Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barût, Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçi û Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ya Enqereyê tên ragirtin, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Daxuyanî bi vî rengî ye: "Em van rojên ku di wijdanên me de bi cih nabin, bi her awayî hîs dikin. Eger ya dikeve ser milê me qîrînek be, em bi vê qîrînê re bang li wijdanan dikin. Gelo her roj çend zarok, çend ciwan, çend jin hatin qetilkirin?
Li Cizîr, Sûr, Silopiya, Nisêbînê gelo îro çi diqewime, çi qewimî?
Gelo em hestên xwe yên ji ber van pirsan çawa vebêjin. Gotin heye ku mirov karibe pê bînin ser ziman? Hest heye ku mirov karibe pê vebêjin?
Mînak; em dayikên pitikên Mîray ên bi êşa xwe mîna pîzot dişewite çawa vebêjin?
Gelo em êşa xwenegihandina bedena dayika Taybet a sed metre dûrî malbatê çawa bêjin? Bedenên mirî yên li naverastê bi çi rengî dikare bi mirovahiyê re bê vegotin?
Em ê wan pitikên hînê ji dayik nebûne, jiyanên ji dest çûne çawa bînin ser ziman?
Di rojên welê de derbas dibin ku bi mirinê em tên tecrûbekirin. Her roj em rojnivîsa mirinê dinivîsînin. Ev ne çîrok in, rastî ne ku yek bi yek rû dane, rû didin. Mirovanî parçe parçe bûye. Gelo kîjan aliyê me yê 'mirovbûyînê' ma ye?
Em îro ji hilweşîn, ji komkujiyên ku di hiqûqa şer de jî cihê xwe nîne re, şahidiyê dikin. Di van rojên ku gotin bêwate, bêbandor bûne de, ji bo em hîn bêhtir nebin şahid, ji bo em sibe nebêjin 'dereng mane', çi ji destê kê tê divê bi ruhê yekîtiyê bike.
Ji bo em bersiveke bi rûmet bidin pirsa 'baş e, wê rojê te çi kir?', em bang dikin ku her kes gotin û karê xwe bikin yek û li dijî têkçûna mirovahiyê dengê xwe bilind bikin. Sekna îro ya bi rûmet bila bibe hêviya jiyana bi hev re ya ji nişfê nû re."
(rc)