YDK'ê ji bo Cizîrê çalakî pêk anî

13:40

JINHA

STENBOL - Ji bo ku qatlîama Cizîrê şêrmezar bikin li Kadikoya Stenbolê YDK'ê çalakî pêk anî.

Jinên Demokrat ên Nû (YDK) Ji bo qatlîama Cizîrê li kolanên Kadikoya Stenbolê çalakî pêk anîn. Jinan pankartên bi sernivîsa gotina Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç a dema tevlî bernameya televîzyonê bûyi ya; "Em radestî dewletê nabin! Hûn nikarin Cizîrê bi qatlîaman xilas bikin" vekirin. Jinan bi tilîlî, çepik, fîq û durişma qatlîama Cizîrê şermêzar kirin. Jinan durişmên "Jin di raperînê denenin, ji bo Cizîrê li ser piyananin", "Bijî berxwedana Cizîrê", "Qatîl dewlet dê hesap bide", "Jin wê hesabê vê ji dewletê bipirsê", "Em berwedana Cizîrê pîroz dikin", "Qatîl heye" û "Wê Kurdistan ji feşîzmê re bibe goristan" hatin berz kirin. Jinan li Qada Kîlîseyê daxîyanî dan çapêmeni yê. Jinan diyar kirin ku ji qatlîama Cizîrê dewlet berpirse. Jinan gotinên Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç dema tevlî bernameya televîzyonê bûyî û gotî; "Em radestî dewletê nabin! Hûn nikarin Cizîrê bi qatlîaman xilas bikin" bibîrxistin, bi diruşme û tilîliyan çalakiya xwe bidawî kirin.

(dt/zt)