Cenaze hatine şewtandin û lebatê wan ji hev hatine qutkirin!
13:44
JINHA
ŞIRNEX - Hat diyar kirin ku kesên di komkujiya Cizîrê de hatine înfaz kirin û rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê lebatê wan ji hev hatine qutkirin.
Otopsiya 12 cenazeyên ku ji Cizîrê anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê berdewam dike. Kesên ketine otopsiyê diyar kirin ku labatê cenazeyan tev ji hev hatine qutkirin. Her wiha hat gotin ku ji ber cenaze zêde şewitîne di warê teşhîskirinê de zehmetî tê kêşan û hat gotin ku kesek ji wan serê wî hatî qutkirin tenê bedena wî anîne otopsiyê. Hat zanîn ku cenazeyek din jî du lingê wî hatî qutkirin.
Piştî karê otopsiyê tê payîn ku cenazeyan cardin rêkin Cizîrê.
(rc)