Elif Akgul li JINHA yê dest bi nobeta nûçeyan kir
14:23
JINHA
AMED - Rojnamegerên bi armanca piştevaniya hempîşeyên xwe hatine Kurdistanê derketin qadê û nûçeyan dişopînin. Ji Bianet ê Elif Akgul di JINHA yê de dest bi nobetê kir.
Bi gotina; "Em tenê dikarin bi şêwirmendiyê li rastiyan û hempîşeyên xwe xwedî derkevin. Em li peyî rastiyan nin û li gel hempîşeyên xwe ne" ekîba duyemin a rojnamegeran li Kurdistanê dest bi nobetê kirin.
Di nava koma duyemin a rojnamegeran de ji Cumhuriyet ê Pinar Ogunç, Gernendeyê Weşana Girştiyê Rojnama Agos ê Yetvart Danzikyan, ji Sol Haber Portal ê Mesut Bayram, rojnamegerên serbest Tugba Tekerek, gazeteci Fehim Işık, ji Rojnama BirGun ê Zeynep Yunculer, ji Bianet ê Elif Akgul û Gernendeyê Giştiyê Weşana Rojnama Evrensel ê Fatih Polat hene.
Ji Bianet ê Elif Akgul, li JINHA yê ji bo şopandina nûçeyan derket. Dê nûçeya kedkarên tenduristî û perwerdê yên Amedê û malbatên ji bo girtina cenazê zarokên xwe yên li Surê jiyana xwe ji dest dane di girevê denin bişopînin. Dê Elif bi jinên li Surê re jî hevdîtinan bike û çavdêriyên xwe binivîsîne.
(zt)