Mahmut ê 16 salî li gel Çekvar defin kirin
14:53
JINHA
AMED - Mahmut Bulak şevêdin ji alîyê polîsan ve hat qatilkirin li ba Çekvar Çubuk ê ku di 2 yê kanunê de hatî qatilkirin defin kirin.
Şevê din li Taxa Yunus Emre a Rezan gel ji bo qatlîama Cizîrê çalakî pêk anîn. Di dema çalaki yê de wesayîta polîsan rencirê gule barand ser welatiyan. Di êrîşê de zarokên bi nave Mahmut Bulak (16) jiyana xwe ji dest da. Îro Mahmut ji alîyê welatiyan, xizm û hevalên xwe yên dibistanê ve hat defin kirin. Mahmut li goristana Yenîkoyê piştî merasîma cenaze hat defin kirin. Ciwanan diruşmên "Şehît namirin", "Herder Kurdistan", "Herder serhildan", "Qatîl AKP", "Em aştî naxwazin şer şer", "Ciwan fedayê Rêber Apo ne", "Qatîl Erdogan" û "Rêhaval Mahmut nemire" berz kirin. Dayîka Mahmut wêneyê wî girt û got: "Êdî nebêjin aştî, aştî mir. Piştî vê saetê bi xwînê xwîn. Kanê Emîne Erdogan? Lawîkê min jimin sitandin. Ez cem ciwanên ku di berxwedanê denin."
Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle got: "Bila dayîk û bavê Mahmut zanibin wê tola wî li erdê nemîne. Hîn li Surê cenazeyê zarokên me hene. Em ê têkoşîna zarokên xwe berdewam bikin û wê gelê kurd têkoşînê bilin bike. Em ciwanên xwe ji bîrnakin."
Mahmut li cem Cekvar Çubuk ê ( 17) li Surê polîsan qatilkirî hat defin kirin.
Piştî axaftina girse berbi Temîran Yasevî ve mêşîn. Di nav de Parlementera HDP Sîbel Yîgîtalp, Hevserokên navçeyên HDP û DBP, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Endamên DBP'ê jî di navê de bi hêzaran welatî çûn mala şînê. Parlemêntêra HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp wiha axivî: "Welati yên me di jerzêmînê de hatin qatilkirin. Jin û zarok qatil dikin. Gava ku em li berxwedana Surê 70 rojî meyze dikin mesela şêr te fêm kirin. Em mafdarin em ê bi serkevin. Her şev saet di 19.00'an de em ê di çalakiya dengderxistinê de heya guh bi teqin deng derxin. Rêya Mahmut rêya me ye."
(dt/zt)