Jin bi alê spî ber bi avahiya birîndaran ve rêketin

15:27

JINHA

ŞIRNEX - Li taxa Sûrê ya Cizîrê 10 dayikên ku ala spî girtin destên xwe ber bi avahiya ku 20 kes hatin qetilkirin û 15 kes jî li hundir in ve dest bi meşê kirin.

Piştî ku Hevseroka HDP'ê ya Mîlasê ya Berê Derya Koç serê sibehê li bavê xwe geriya bû û gotibû li taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê di avahiyekî de asê mane, nêzî 20 hevalên wan hatine qetilkirin, 10 dayikên ku alên spî girtin destên xwe ber bi taxê ve derketin rê. Dayik ji bo ku pêşiya înfazkirina 15 kesên li avahiyê asê mane bigirin hewl didin xwe bigihînin avahiyê.

Li aliyê din derûdorê avahiya li taxa Sûrê tê bombebarankirin.

(rc)