Ji 'jêrzemîna hovîtiyê' 12 cenazeyên din hatin derxistin

15:39

JINHA

ŞIRNEX - Li kolana Narîn a navçeya Cizîrê ku beriya 3 rojan qatlîam pêk hat 12 cenazeyên din hatin derxistin.

Li taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê hejmara kesên ku hatine qetilkirin her diçe zêdetir dibe. Piştî ku 27 cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê îro jî cenazeyên 12 kesên din ên hatin înfazkirin ji ambulansên Şaredariya Cizîrê ve rakirin nexweşxaneyê. Li avahiya ku 62 kes di nav de bûn heta niha 39 cenaze hatin derxistin, ji 25 kesan agahî nayê wergritin.

Meşê dayîkan hat asteng kirin

Danê sibehê piştî Derya Koç li bavê xwe geriya û ragihand ku li Taxa Sûr a Cizîrê asê mane û nêzî 20 hevalên wan bi şewitandinê hatine qetilkirin, li ser vê 10 dayikên ku bi alên spî ve ber bi taxê ketin rê li Cadeya Nisêbînê ji aliyê hêzên dewletê hatin rawestandin û hatin dûrxistin.

(rc)