Derya Koç: Em nikarin bêhnê bigirin

16:01

JINHA

ŞIRNEX - Hevseroka Berê ya HDP’ê ya Navçeya Mîlasê Derya Koç ragihand ku dîwarên jêrzemînê ji ber êrîşan xera bûye û ji wesayîtên zirxî yên sirûda Mehterê vekirine, bombeyên gazê davêjin, ji ber vê nikarin bêhnê bigirin.

Bi Hevseroka Berê ya HDP’ê a Navçeya Mîlasê Derya Koç re dîsa têkîlî çêbû, diyar kir ku ji ber êrîşên bi topan, bombeavêjan dîwarên bodrûmê hildiweşe û di bin xirbeyan de ne, got polîs bombeyên gazê davêjin avahiyê û niha nikarin hilmê bigirin.

Derya ji ber gazê di axaftinê de zehmetî dikişand, ragihand ku rewşa ji birîndarekî şewitî jî pir giran e. Derya got ji bo mudaxelekirina birînên xwîn jê tê parçeyekî paç jî tineye, wiha axivî: “Em nikarin bêhnê bigirin. Piraniya birîndaran ji lingê xwe, milên xwe birîndar in, çavê hevalekî me yê birîndar derketiye. Eger mudaxeleyek çênebe wê jiyana xwe ji dest bidin.” Derya got polîs bi bombeyên gazê êrîşî avahiyê dikin û ji wesayîtên zirxî sirûda Mehterê vekirine, piştî got ji gaza ketiye hundir bandor dibin û di hilmgirtinê de zehmetiyan dikişînin, neçar ma telefonê bigire.

(rc)