Jinan li metroyê deng derxistin û gotin: Em Ozgecanin, Em Nevînin
16:47
JINHA
ENQERE - Kolektîfa Jina a Zanîngihê ji bo jinên hatin qatilkirin li metroya Enqereyê çalakiya deng derxistinê pêkanîn.
Endamên Kolektîfa Jinên Zanîngiha Enqerê jinên ku bi xweparastinê hatin qatilkirin li metroya Enqêrê bibîranîn. Jin li metroyê gotinên; "Ez Ozgecanim. Berî salekê ez hatim qatilkirin. Ez Nevîn Yildirimim: "Min mêrê ku ez tecawîz kirim kuşt." Ez Çîlem Dogan: "Min xwe parast." Ez Munevver Karabulut: "Hevalê min ez qatilkirim" qêriyan.
Jinan bi tilîlî û çepikan deng derxistin. Rêwiyan jî piştgirî dan jinan. Mêrekê jî got; "Çima hûn tilîlîyan didin? Berteknîşandana tilîliyan balkêşbû.
(dt/zt)