Ji 27 kesên qetilkirin 5 jinin

17:40

JINHA

ŞIRNEX - Hat zanîn ku ji 27 birîndarên li Cizîrê qetilkirin û ji bo raporên otopsiyê şandin Şirnex, Mêrdîn û Rihayê 5 jinin û 22 mêrin.

Di avahiyek a Taxa Cudiya Cizîrê de berî 3 rojan 27 birîndar qetilkirin. Ji 27 cenazeyên ji bo raporên otopsiyê şandin Şirnex, Mêrdîn û Rihayê 5 jin û 22 mêrin. Hat zanîn ku 2 jê jin 7 cenazeyên birine Mêrdînê ji ber şewitîne nikarin bên teşhîskirin. Hat zanîn 3 jê jin ji 8 cenazeyên birine Rihayê 6 jê dikarin bên teşhîskirin. Cenazeyên jinek û mêrekê jî ji ber bi giştî şewitîne nikarin bên teşhîskirin, ji bo wê jî divê testa xwînê bigirin.

Hat zanîn ku 12 cenazeyên rakirine Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê jî 7 jê bi giştî şewitîne û nayên nasîn. 6 cenazeyên otopsiya wan qediyane jî şandin Cizîrê.

(zt)